Hevpeyvîn

Tevgera Kurd (!) di van hilbijartinan de divê di çarçoveya xwe ya teng de nemîne

Nurî Çelik bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: Hilbijartinên herêmî di rewşek wilo de, di rewşek brîndarî de tê kirin. Kurdên Bakur piştî şerê xendekan brîndar û kêmendam bûn. Di vê rewşa brîndar de pêkanîna hilbijartinên herêmî helbet wê ne li gor dil û daxwaza me bên kirin.

Rojevakurd: Hilbijartinên herêmî di rewşek çawa de tên kirin. Hûn di vê qonaxê de rewşa Kurdistanê çawa dinirxînin?

Nurî Çelik: Rewşa Kurdistanê li ber çav e. Piştî şerê xendekan rewş pir hat guhertin. Hem di warê moralî û hem jî di warê bîr û bawerîyê de Kurd ketin rewşek aloz û xirab. Şerê xendekan ku şerekî bi plan û projeyên dewlet û PKK pêk hat, ziyanek pir mezin da Kurdan. Koçberî, malwêranî, xizanî û pêve girêdayî di bîr û hizra netewî de jî darbeyek mezin xwar. Bi koçkirina metropolên Tirkan axavtina zimanê Kurdî raserî xeterek mezin hat, asîmîlasyon hilkişiya astek bilind. Kujtina nêzîkî 10 hezar keç û xortên Kurd bi serê xwe ziyanek mezin e. Ev şer û malwêranîya mezin bi taybet li bajarên ku Kurdayetî û hizra netewî lê geş û zêdebû, hat pêk anîn. Bi vê yekê hem darbeyek mezin li Kurdên netewperwer hat xistin, hem jî hat xwestin ku têkilîyên Kurdên van bajarên Kurdewar û Başûrê Kurdistanê, bi taybet jî têkilîyên wan û PDK û Barzanîyan bên qutkirin. Pêşketin û serketina pêşmergeyên Kurdistanê ya li hember DAÎŞê, li Bakurê Kurdistanê sempatî û dilxwazîyek mezin ji pêşmerge, PDK û Barzanîyan re çêkiribû. Pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê ev sempatî û dilxwazî gihand asta herî bilind. Sedemek ji şerê xendekan, alozkirin û malwêrankirina Bakurê Kurdistanê jî destkeftinên Başûrê Kurdistanê bû.

Hilbijartinên herêmî di rewşek wilo de, di rewşek brîndarî de tê kirin. Kurdên Bakur piştî şerê xendekan brîndar û kêmendam bûn. Di vê rewşa brîndar de pêkanîna hilbijartinên herêmî helbet wê ne li gor dil û daxwaza me bên kirin. Lê bi ser kemû kêmasî û bêtaqatbûnê jî, divê Kurd beşdarî hilbijartinên herêmî bibin û herêmên xw ji dest xwe bernedin.

Li gora we divê tevgera Kurd di van hilbijartinan de çawa tev bigere?

Di gelek nivîs û bersivên xwe de me behsa tunebûna tevgera Kurd kiribû. Tevgerên ku halîhazir li holê ne û navê tevgerên Kurd li xwe dikin, bêtaqat in, bêmecal û bêderfet in. Nikarin xwedî li Kurdan derkevin û li ber barê Kurdan rabin. Parçebûna wan, cudatîya wan, bêtifaqîya wan, wan ji tevgerbûna Kurdî dûr dixe û dihêle ku Kurdên Bakur dîsa xwe bavêjin hembêza AKP yan jî HDP. Ji ber ku HDP xwe wek tevger yan jî partîyek Kurdî nabîne, partîyên derveyî HDP wek tevgerên Kurd li holê dimînin. Rewşa wan jî ji xwe li ber çava ye. Siyaseta tenq a „ hindik û rindik “ rê nade wan ku bibin tevgerên Kurd ên rasteqîn û xurt bibin. Tevgerên qels û jar jî bêguman nikarin bi navê tevgerên Kurd xwedî li Kurdan derkevin û Kurdan hembêz bikin.

Tevgera Kurd (!) di van hilbijartinan de divê di çarçoveya xwe ya teng de nemîne û tenê li xwe û tevgera xwe nefikire. Hilbijartinên herêmî û serketina hilbijartinên herêmî tê wateya desthilatdarîya herêmî, ango desthilatdarîya Bakurê Kurdistanê. Ji ber vê yekê, divê tevgera Kurd bi yekdengî, bi yek helwest û yek armancê, bi tifaqa navxweyî û netewî tev bigere. Heke bi yek helwest û yek armancê beşdarî hilbijartinên herêmî bibin û girîngîya hilbijartinên herêmî fêhm bikin, dibe ku di pêşerojê de birastî jî tevgerek Kurd saz bibe.

Hinek alîyên Kurd ji niha ve kêm zêde helwesta xwe eşkere kirine. Hûn vê yekê çawa dinirxînin û helwesta alîyê siyasî çawa dibînin?

Rast e, hinek alîyên Kurd (em behsa HDP nakin bêguman) kêm zêde helwesta xwe eşkere kirine. PSK û PAK di hilbijartinên herêmî de dixwazin namzetên serbixwe derxin pêş û bi HDP re tifaqê nakin. PDK-T dixwaze bi HDP re tifaqê bike û beşdarî hilbijartinên herêmî bibe.

Balkêş e, PSK û PAK di hilbijartinên parlamentoya Tirkîyê de xwestin bi HDP re tifaqê bikin û têkevin parlamentoyê. Lê di hilbijartinên herêmî de, ku hilbijartinên Bakurê Kurdistanê û bidestxistina statuya Kurdan e, bi HDP re tifaqê nakin û dixwazin bi namzetên serbixwe têkevin hilbijartinê. Birastî di vir de alozî û sergêjîyek mezin heye. Gelo çima PSK û PAK beşdarbûna parlamentoya Tirkîyê ji bidestxistina statuya Bakurê Kurdistanê girîngtir dibînin? Ev partîyên ku ji xwe re dibêjin „Partîyên Kurdistanî“, çima ji bo parlamentoya Tirkîyê xwestin bi HDP re tifaqê bikin, û çima ji bo hilbijartinên herêmî pê re nakin? Îro em bixwazin yan nexwazin, em jê hez bikin yan jê hez nekin, li Bakurê Kurdistanê du partîyên desthilatdar hene. AKP û HDP. Her çiqasî HDP partîya dewletê be û bi destê Ocalan û dewletê ve hatibe avakirin jî, herçiqasî serokên HDP Tirk bin û zilamên dewletê bin jî, ev partî bi ked, bi bedel, bi xwîna Kurdan û li ser pişta Kurdan heta bi îro hatiye. Xuyaye dîsa wê li Bakurê Kurdistanê du partî biserkevin. AKP û HDP. Madem hêza Partîyên Kurdistanî (!) li ber çava ye, madem li Bakurê Kurdistanê serketin a AKP û HDP ye, çima wê Partîyên Kurdistanî bi HDP re tifaqê nekin û ji derfetên wan sûdê wernegirin? Gelo di vir de şaşîtî û xeletîyek tuneye? Madem em ji xwe re dibêjin “Kurdistanî“, çima emê nexwazin bajarekî, gundekî, yan jî muxtarekî Kurdistanê qezenc nekin? Çima emê ji derfetên HDP û hilbijartinên herêmî sûdê wernegirin û li Bakurê Kurdistanê xurt nebin?

Li gor min, PDK-T di hilbijartinên serokkomarî û parlamentoya Tirkîyê de siyasetek rast meşand û bi HDP re beşdarî hilbijartinan nebû. Ji ber hilbijartinên serokkomarîya Tirkîyê û wekîlên parlamentoya Tirkîyê ji Tirkan re girîng e, lê ji Kurdan re zêde ne girîng e. Ji Kurdan re ya herî girîng, hilbijartinên herêmî, ango hilbijartinên Bakurê Kurdistanê û bidestxistina statuya Kurdan e. Çi gava ku tu li Bakurê Kurdistanê xurt bû, ketina parlamentoya Tirkîyê jî watedar dibe û kare fêdeyekê bide Kurdan. PDK-T ji bo hilbijartinên herêmî jî siyasetek rast dimeşîne û dixwaze bi HDP re tifaqê bike. PDK-T bi tifaqa HDP re hem dixwaze bibe şirîk, hem dixwaze bi hêz û derfetên HDP li Bakurê Kurdistanê şax û perên xwe berfirehtir bike. Siyaset dûrbînî û bikaranîna derfetan e. Heke derfetek ket destê te yan hat ber te û te ew di dema rast de bi kar neanî, tuyê wenda bikî.

Hûn pêkanîna tifaqa Kurdistanî pêwist dibînin yan na? Divê li ser çi prensîpan tifaqa Kurdistanî bê avakirin?

 Pêkanîna tifaqa Kurdistanî bêguman girîng e, pêwist e û kes nikare li dij derkeve. Kes, dezgeh yan jî partîyên ku birastî Kurdistanîxwaz in, divê ji pêkanîna tifaqa netewî dûr nekevin û jê nerevin. Lê mixabin berjewendîyên kesayetî, rêxistinî û partîtîyê heta îro rê li ber pêkanîna tifaqa netewî yan jî Kurdistanî girtiye û jê re bûye asteng. Doh jî wilo bû, îro jî. Pêkanîna tifaqa Kurdistanî binpêkirina berjewendîyên partîtîyê û xwedîlêderketina berjewendîyên netewî û Kurdistanî ye. Heke berjewendîyên kesayetî û partîtîyê neyên binpêkirin û ji berjewendîyên netewî û Kurdistanê re neyên qurbankirin, tifaqa netewî jî pêk nayê û tu encaman nade.

Divê li ser çi prensîpan tifaqa Kurdistanê pêk bê?

Li gor min tenê prensîpek heye, ew jî Kurdistan û berjewendîyên Kurdistanê ye. Heke birastî Kurdistan armanca sereke û yekem be, heke birastî em Kurd û Kurdistanî bin, hemû prensîp di prensîpa Kurdistan û Kurdistanîbûnê de digihên hev. Xal û prensîpa sereke divê Kurdistan be. Berjewendî û destketinên Kurdistanê be. Prensîpên din tenê teferûat û xalên talî ne. Hilbijartinên herêmî ji bo pêkanîna tifaqa netewî û Kurdistanî derfetek e. Halîhazir di rojevê de hilbijartina herêmî heye. Divê yekem prensîpa partîyên Kurdistanî bidestxistina şaredarîyên bajar û bajarokan, muxtarîya gund û mezran û taxan be. Bidestxistina şaredarîya bajar û bajarokan, muxtarîya gundan di dema îro de şoreş e. Gava em rewş, derfet û hêza partîyên Kurdistanî bînin ber çavên xwe, qezenckirina muxtarekî û bidestxistina gundekî jî wê ji wan re wek şoreşekê be. Partîyên ku nikaribin muxtarekî derxînin, wê nikaribin şaredarekî jî derxînin. Rewş ev e.

Bi kurt û Kurmancî; divê partîyên me yên Kurdistanî Şaredarê Ovacikê Fatîh Mehmet Maçoglu ji xwe re bikin nimûne. Maçoglu, ji Kominîst Partîya Tirkîyê bû Şaredarê bajarokê Ovacik ê. Lê bi kar û kirinên xwe, bi xizmeta xwe, li seranserê Tirkîyê nav pê ket û hat hezkirin. Divê partîyên Kurdistanî jî hewl bidin bi tifaqek netewî şaredar û muxtaran qezenc bikin, bi xebat û xizmeta xwe bibin alternatîfên AKP û HDP û di dil û mejîyê Kurdan de cîh bigrin.

Nurî Çelik

 

Back to top button