Civak

Tevgera Goran cardin êrîşê PDKê dike

Li devera Silêmaniyê cardin  êrîşê nawendên Partiya Demokrat a Kurdistanê dikin.Wek tê zanîn ji berî niha demekî alîgirên Tevgera Goran li devrên Silêmaniyê êrîşê nawendên PDKê kirin, şewitandin û kuştî û birîndar çêbûn.Di van êrîşande gelek kesan alayên PKKê jî bilind kirin û li gel Goran êrîşê PDKê kirin.Ev yek bû sedemê ku PDKê peymana navbera xwe û Tevgera Goran têkda.Goran ji hukumetê û ji desthilatê hate dûrxistin.Hêja ew problema peydabûyî çareser nebûyî cardin alîgirên Goran êrîşa dibin li ser baregehên PDKê.Gelekî vekirîye Tevgera Goran bi pişgiriya PKKê bi daxwaziya Îranê û Hukumeta Bexdayê ev êrîş têne kirin.Armanca van êrîşan ji bo rêgirtina serxwebûnê ye.Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî amadebûna pêkanîna referandumê ji bo ragihandina dewleta Kurdistanê dike.Lê Tevgera Goran  wek rêxistinek taşeron bi daxwaziya dewleta Îran û Iraqê hewldide astenga di rêya prosesa serxwebûnê de peyda bikin.Di kesayeta PDKê de ve êrîş li dijê serxwebûna Kurdistanê ne.

Balkêş e ?
Close
Back to top button