Civak

Tevgera çekdarên DAÎŞê zêde dibe

Li Kurdistana Başûr û hinek deverên Iraqê DAÎŞ cardin ji nûve dest çalakiya dike. Li Kurdistana Başûr cihên nakok û taybet devera Kerkûkê piştî pêşmerge xwe vekişand, DAÎŞ cardin tevdigere û lidijê hêzên Iraqî dest çalakiya dike.Rêxistina terorist a DAÎŞê li hinek gundên devera wek Daqûq, rêze çiyayên Hemrîn, sînorê parêzgeha Diyale, Enbar, Neynewa û Selahedîn digerin û êrîşên çekdarî dibin ser hêzên ewlekariyê yên Iraqê.Di derbarê DAÎŞê de pisporên ewlehiyê dibêjin ku, DAÎŞ hêdî ew hêz nemaye ku bikeve bajara û kontrol bike. Lê li dijê hêzên ewlehiyê çalakiyan dikin. Ev yek jî tê wateya ku DAÎŞê awayê çalakiyên xwe guhertiye.Di derbarê DAÎŞê de , Di vê derbarê de Rêveberê Polîsên Xaneqîn Eqîd Diyar Şewket ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Sînorê Xaneqîn gelekî berfireh e, berê Hêzên Pêşmerge beşeke zêde ya sînoran girtibûn, tevgera DAIŞê kontrol kiribûn, lê piştî bûyerên 16ê Cotmehê ti hêzêk nema li şûna Pêşmerge rê li ber tevgera DAIŞê bigire.”

Back to top button