Polîtîk

Tevger ji bo îmze bigihin 100.000î çalakiyan dikin

Li Amerîka Qesra Spî ji bo serxwebûna Kurdistanê kampanyak vekiriye.

Armanc ewe ku di vê kampanyayê de 100 000 îmze bêne berhevkirin ku ew serxwebûna Kurdistanê dixwazin. Hêjmara îmzeyan bigihe 100.000 î, dê ev yek ji bo senatoya Amerîka û ji bo serokê Amerîka Obamma bête pêşkêşkirin.

Gelek kesên  serxwebûnê dixwazin di medya civakî de  pişgiriya vê yekê dikin. Herweha hinek malperên Kurdî vê yekê bi awayekî dihêlin rojevê de. Heta 28ê tebaxê dê ev yek malpera Rojevakurd de rojane cihê xwe bigre.

Kampanya 24ê meha temuzê destpêkiriye û heta 28ê tebaxê berdewame.Eger hêjmar negihê sed hezarî ji bo kurdên daxwaza serxwebûnê dikin dibe kêmasiyek mezin û herweha ji bo kurdan giştî ne başe û xirabe.

Heta niha 60.000 îmze berhev bûne  haja 40 000 kême.

Ji bo vê yekê ji bo hêjmara îmza bigihe 100.000î û zêdetir bibe, Tevgera Ciwanên Kurdistanê li Bakur dest çalakiyekî kirin. Heta ku 100.000 îmze bêne kom kirin dê her roj endamên tevgera ciwanên Kurdistanê li Diyarbekirê li cihên cuda ji bo komkirina îmzeyan standa vekin.

Di vê derbarê de Komisyona çapemeniya ya tevgera Ciwanên Kurdistanê daxuyaniyek belav kirin û ragihandin: Heta em bigihin armanca xwe dê ev çalakiya me heta roja 28ê tebaxê berdewambe.

Back to top button