Dosya

Tevger: Em bi canê xwe li gel te ne

11063751_1598648110384614_1217072722347367339_nTevgêra Ciwanên Kurdistanê li ser daxuyaniya serokê Kurdistanê ji bo serxwebûnê helwesta xwe diyar kir û di vê derbarê de daxuyaniyek ragihandin û li Amedê çalakiyek pêkanîn. Endamên Tevgerê kolan û bircên Amedê bi weneyên Mesud Barzanî xemilandin.Tevger di vê derbarê de daxuyaniyek ji bo raya Giştî ragihand.11148643_1598648197051272_7832890999505207741_nEv jî deqê daxuyaniyê ye:EM VÊ BERPIRSYARIYÊ HILDIGRINEm wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê guh didin banga Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî û dibêjin ku di vê rêya pîroz de em bi canê xwe bi te re ne.Lazime hemû aliyên polîtîk ên Kurd piştgiriya xwe bo vê helwestê eşkere bikin û vî barî bigrin ser milên xwe. Xeynî aliyên polîtîk piştgiriya herî girîng a miletê Kurd e. Piştî ku milet daxwaza serxwebûnê bike û piştgiriya Serokê Kurdistanê bike, tu astengek namîne li hember serxwebûnê.

Em helwesta Serok Barzanî pîroz dikin û eşkere dikin ku di bin vî barî de em şirîkên wî ne. Di serî de hemû endamên Tevgerê bangî hemû miletê Kurd dikin ku vê piştgiriya xwe li ser medyaya civakî û di jîyana pratîkî de eşkere bikin.BIJÎ SERXWEBÛNA KURDISTANÊTEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ

 

Back to top button