CivakVîdeo

Termê pêşmergeyê şehîd ji bo Kurdistana Rojava hate veguhaztin

Di rêwresmeke serbazî de termê şehîdê Pêşmerge yê Leşkerên Roj Haşim Ebdilqadir Izedîn di deriyê Sêmalka re bo Rojavayê Kurdistanê hat veguhastin.

Fermandarê Pêşmerge Moqedem Şervan Dêrikî ji K24ê re got, Şehîdê Pêşmerge Haşim Ebdilqadir Izedîn duhî dema ji erkê xwe vedigeriya di bûyerekê çûnûhatinê de canê xwe jidest da û 3 Pêşmergeyên din jî birîndar bûbûn.

Da zanîn jî, îro di rêwresmeke serbazî de û bi amadebûna hejmarek ji fermandar û Pêşmergeyan termê şehîdê Pêşmerge di deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de bo gundê Er’ûr yê ser bi Girkê Legê re hat veguhastin.

Wî fermandarê Pêşmerge amaje bi wê yekê, dilxemiya wan ew e ku termê şehîd Haşim Ebdilqadir Izedîn bo Rojavayê Kurdistanê tê veguhastin, lê ew li Başûrê Kurdistanê dimînin û hîna biryara vegera wan bo Rojavayê Kurdistanê nehatiye dan.

Di vê derbarê de, Encûmena Xwecihî ya ENKSê li Girkê Legê di daxuyaniyekê de bang li cemawerê Girkê Legê kir biçin pêşwaziyê li termê Pêşmergeyê şehîd bikin û bi xakê bispêrin.

 

Back to top button