Polîtîk

Teqîna Enqere: TAK

Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) êrişa bombeyî ya li Kizilaya Enqereyê rû da û têde 3 kes mirin û zêdetirê 30 kesî birîndar bûn girte ser xwe.

Di postaya elektronîk a bi îmzeya TAK’ê ji ANF’yê re hate şandin de gefa “çalakiya di 20’ê îlonê de li Enqereyê destpêkek e”. Her wiha TAK’ê çalakiyên li Eskîşehîr û Antalyayê jî girte ser xwe.

TAK’ê gef li hikûmeta AKP’ê xwar û got; “Weke me berê jî hişyarî kiribû, weke rêxistina me, êdî û hesasiyetên me nemane. Her der cihê çalakiyane û her der di hedefa me de ne.”

TAK’ê bal kişand ku hikûmeta Tirk bi awayeke aşkere êrişê Kurdan dike û got; “Divê em bi zimanê ku ew jê fam dikin, bersiva wan bidin” û wiha domand; “Hikûmeta AKP’ê ya faşîst bi şer û hewldanên tunekirinê bersivand. Ev biryara AKP’ê berê me daye riyek bê veger.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Ji niha û pêve wê hemû metropolên Tirkiyeyê di hedefa me de bin. Çalakiya li Kizilaya Enqereyê destpêkek e, êdî em dest bi çalakiyên wiha kiriye.”

TAK’ê got; “Teqînên li ser riya Eskîşehîr û Antalyayê hişyarî bûn” û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ji têgihiştina cidiyeta meseleyê pir dûr ketiye. TAK’ê got; “Ji niha û pêve ji hemû şer û kuştinên mirovan Recep Tayyîp Erdogan berpirsyar e. Ji niha û pêve bila tu kesek ji me hêviya hesasiyetan neke. Hikûmeta AKP’ê biryara şer daye. Divê xwe li bandora wê ya li ser Tirkiyeyê rabigire.” (ANF)

Back to top button