PolîtîkRojev

Tenê dabeşbûn kêşeyên Iraqê çareser dike


Mihemed Hacî Mehmûd serokê Partiya Sosyalit Demokrat a Kurdistanê, beşdarî bultena nûçeya ya K24ê de kir û di derbarê rewşa Iraqê de daxûyanîyên girîng dan. Mihemed Haci Mehmud got: “Em weke Kurd kêşeya me ligel Bexdayê tune ye, lê belê kêşeya wan ligel me heye, ez di wê baweriyê de me ku ew amade nînin ku kêşeyan li gor destûrê çareser bikin, çimkî heta niha xaleke destûrê cîbicî nekirine.”

Çareseriya kêşeyên Iraqê konfederalî ye, an dabeşbûna Iraqê bi ser sê herêman de, çimkî ji destpêka avabûna dewleta Iraqê ve bi awayekî berdewam di navbera pêkhateyan de kêşe heye, her pêkhateyek ku li Bexdayê desthilatê digre destê xwe, dixwaze dest deyne ser hemû Iraqê, tenê dabeşbûn kêşeyên Iraqê çareser dike.”

Derbarê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Bexdayê de û civînên wî yên ligel serokwezîr û rayedarên payebilind ên Iraqê, Mihemed Hacî Mehmûd diyar kir: “Beriya niha Serokwezîr piştî çend roj ji pêkanîna Kabîneya Nehem serdana Bexdayê kir, ev jî tê wateya niyetpakiya ji bo rêkeftinê, niha jî ku çûye Bexdayê, karekî baş e, ez bawer im dê ji wan re bibêje ku mafên me di vî welatî de hene û em mafên xwe diparêzin, careke din nîşandana niyetpakiyê ye li hember aliyan, lê ez bawer nakim ku pêngavên cidî ji bo çareseriya kêşeyan biavêjin.”

Berdewamiya daxûyaniya xwe de Mehmûd dibêje: “Ew dadgeha ku navê wê weke Dadgeha Federalî danîne, federal nîne, li Iraqê pêwîstiya me bi dadgeheke destûrî heye ku kêşeyan çareser bike, ne ku dadgehek di destê hîzb de be û ew çi bibêjin wê bike. Ev dadgeh destwerdanê di hemû tiştan de dike, di vê demê de dixwest destwerdanê di mijara zewaca li Herêma Kurdistanê de jî bike, ku ne karê wan e.”

Back to top button