Polîtîk

Teksta axavtina Receb Teyib Erdogan li Hewlêrê

Peyva serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan

Erdoxan: Me dawî bi siyaseta Înkar kirina Gelê Kurd anî

Birêz serok Barzanî, hewlêriyên birêz û xweşik û birayên azîz, silav û rêzên xwe pêşkêşî we dikim
Îro ku, em li virin û beşdariya merasima vekirina balefirxaneya Hewlêrê dikin, gelek keyfxweşim û hêvî dikim ev balefirxaneya han ji bo Hewlêrê û tevahiya Îraqê bibe sedema xêr û xweşiyê û her wiha spasiya wan kompanî û karsazên ku, ev bînayeta han damezrandine dikim û destxweşiyên xwe jî pêşkêşî wan dikim.
Em weke Tirkiye xwedan peyvendiyên dîrokîne bi Îraq û bi vê Herêma baş û ciwan re.

Ji niha û pêde em dikarin bi rêyên asmanî peyvendiyên xwe zêdetir bihêz bikin, ji bilî vê jî dikarin bi rêya gel re peyvendiyên xwe bihêztir bikin, ev yek ji wan berhemên girîng û sereke yên vê bajarê xweş û vê Herêma xweşe, ev berhemeke gelek girînge û 7mîn Balefirxaneya girîng a cîhanêye.

Dixwazim niha mizgîniyeke baştir bidim we, heta niha bi tenê balefirên kompaniyên taybetî hatûçoya Hewlêrê dikirin lê ji niha û pêde balefirên hukmî yanê balefirên kerta giştî û dewletî yên Tirkiyeyê jî vê hatûçuya vê balefirxaneya han bikin ji ber vê yekê jî me biryar daye ku, hêla asmanî a Turkish Airlines jî ji Îstenbûlê rasterast geşêin xwe ji bo Hewlêrê destpê bikin.

Birêzan weke dizanin heta niha gelek kompanî û karsazên Tirkiyeyê li wir dest bi karên hilbirîn û pîşesaziyê kirine û ji niha û pê de vê asta vê hilbirîn û pîşesaziyê hîn zêdetir bibe.
Yek ji wan karsazên me Îbrahîm Tatlîses bû ku, li wir dest bi karê bînasazî kiriye lê weke hun dizanin beriya demekî li Îstenbûlî rastî êrêşkî hat û min serdana vî kiriye rewşa vî niha beşe û baştir dibe.

Tatlîses di stiraneke xwe de dibêje ”ti cadatiyek di nava mirovan de tuneye her çend ku, zimanê wan jî cudabe” li vir ez dixwazim bibêjim ku, ji bo me mirov girînge û mirov xwedan rûmet û nirxe li gel me.
Mirov her çend ku, ziman, ol, nejada vî jî cuda bin lê beriya her tiştekî mirove lewre ji bo me mirov ji her tiştekî din girîngtire.

Ez di vê baweriyê deme ku, pêwîste bihêzkirin û pêşdebirina abûriya welat hevdem û yeksan be li gel azadiya takên civakê de. Pêwîste edalet anjî dadweriya civakî hebe, li civakekî de ku, mafên mirovan û azadiya wan û dadweriya civakî tunebe mirov nikare behsa pêşdebirina abûriya vê civakê bike.

Me di 8 sala desthilatdariya xwe de kariye ku, rihê biratî di nava pêkhateyên Tirkiyeyê de bihêztir bikin, hevdem me dawî bi siyaseta kevnar a Tirkiyeyê aniye û niha Kurd ji aliyê desthilata Tirkiyeyê ve nayên înkarkirin. Her wiha di dema 8 saliya desthilatdariya xwe de di warê abûrî de me gelek guhertin kiriye û niha jî abûriya Tirkiyeyê yek ji abûriyên bihêz yên Cîhanêye.

Me di nava rojhilat û başûrê rojhilata Tirkiyeyê de mezintirîn projeyên hilbirînê dest pê kirine.
Me di çarçoweya projeya biratiya milî kariye ku, pêngavên gelek girîng bavêjin û devera han nujin bikin. Li wan deveran de ku, piraniya şîniyên wan Kurd in me dawî bi siyaseta kevnar a înkar kirina hebûna Kurd aniye.
Pêwîste bizanibîn ku, bihêz bûna Tirkiyeyê bi wateya bihêzbûna Îraqêye û bihêz bûna Îraqê jî bi wateya bihêz bûna Tirkiyeyê ye.

Ez weke serokwezîrê Tirkiyeyê di vê baweriyê deme ku, rê, rêyên asmanî û zemînî û avedankirin nîşaneya şarestaniyetêye.

Niha ev pêngavên ku, li vir û li Îraqê tên avêtin nîşaneya vêye ku, Îraq hewl dide ji nûve şarestaniyeteke nû dabimezirîne û spas ji xwedê re di van pêngavan de dê Îraq û gelên Îraqê bi ser bikevin.
Careke din hêvî dikim vekirina vê balefirxaneya han xêr û xweşiyê bi xwe re bîne û careke din gelek spasiyên birayê birêz Mesûd Barzanî û ev aliyên ku, hevkariya damezrandina wan projan kiriye dikim, careke din spasiya tevahiya we dikim. KTV

Back to top button