Kultur

Tehemulê çanda kurdî nekirin

Li Swisre her sal Festivala Gelan tê darxistin. Li Swisre herêma Aaraun li bajarokê Telli salê carekî Festivalek tê darxistin û di vê festivalê de gelên ku li vê deverê dijîn, bi çelakiyên cuda çanda xwe pêşkêş dikin.

Isal kurd jî xwestin di vê festîvalê de ama de bibin, dema tirkan zanîn ku dê kurd jî festîvalê de amade bibin gelek aciz bûn û hêdî beşdarî di çelakiyên festîvalê de nekirin.

Ev helwesta tirka ji aliyê  komiteya serpereştiya fevstîvalê dike ve hate şermezar kirin. Berpirsek ji yê festîvalê Max Heimgartner, da xûyakirin ku, ev tiştek gelek xirab e. Em dixwazin hemi rengan û hemi dengan bi hevre bibînin. Ev helwesta tirkan gelek xirabe û ez bawerim hinek aliyên siyasî li pişta vê biryara wan e. Ji bo vê ez helwesta tirka şermezar dikim.

Balkêş e ?
Close
Back to top button