Civak

Taraf derewa dike

Rojnama Taraf di derbarê deriyê sinorê navbera Kurdistana Başûr û Rojava de derewan dike. Nûçeya ku di vê derbarê de di Rojnama Tarafê de hatî weşandin ji rastiyê dûre.

Peyamnêrê Tarafê Mert Eskisindî nûçeyek bi navê xwe belav kiriye û ji ratiyê dûr e nirxandinek li gora mejiyê xwe xeyalî kiriye.

Di rastiya xwe de deriyê Pêşxabûrê tu cara nehatiye girtin. Wek tê zanin di vî deriyî de çûyin hatinek girsehî hebû. Herweha bazirganiyek gelek mezin di vî sinorî de dihat kirin. Ji aliyê Rojava de PYDê bi navê gumrikê pereyek mezin ji xelkê ku çûyîn hatin dikiran distan da.

Rojane PYDê ji 700.000 heta milyonek dolar perê ji vî sinorî feyde dikira. Hiç nûçeyekî de behsa vê yekê nayê kirin.

Ji aliyê din dema çekdarên PYDê endam û aligirên PDKS û partiyên din girtin hukumeta herêma Kurdistanê ev deriyê sinor ji bo bazirganiyê girt. Lê demek kin de derî cardin hate vekirin. Tu cara ev derî ji bo çûyin hatinê bi temamî nehatiye girtin. Lê ji aliyê Rojava de PYDê li ber sinor şov dikira. Bi hezaran insan kom dikiran û digot xelkê PDK nahêle xelk derbas bibin.

Di rastiya xwe de PYD ji bo propagandê bike ev gotinên nerast belav kirin.

Rojnama Tarafê di nûçeya xwe de dibêje “ Ev deriyê sinor girtiye û arîkariya mirovatî ji bo Kurdên Rojava naçe. Tirkiye ji hukumeta Kurd daxwaza vekirina derî ji bo çuyina arîkariyê dike“ Yanî Tirkiye ji Hukumeta Kurdistanê behtir Kurdên Rojava difikire? Were vê derewê.

Niha ne pêwiste ev pirsa girtina deriyê sinor bibe babetek yê propaganda derew. Eve 3 rojin peyamnêrê RojevaKurd li ber deriyê sinorê Pêşxabûrêye. Rojane çûyin hatin heye, taybetî derî ji bo xelkek nexweş, xwendevan û yên çûyin hatinê dikin vekiriye. Rojane berpirsên PYDê yên bilind derbasê Başûr dibin.
Ji aliyek din herkesek bixwaze dikare herê ber sinorê pêşxabûr û rastiyê bibîne.

Back to top button