PolîtîkRojev

Talebanî: Em bi destpêşxeriya Serok Barzanî kêfxweş in

Serokê YNKê, Bafil Talebanî li ser pirsyareke Peyamnêrê Kurdistan24ê ya derbarê destpêşxeriya Serok Barzanî de ragihand: “Ev destpêşxerî tiştekî baş e û em jê gelek kêfxweş in, bi rastî jî cenabê Kak Mesûd, Kak Mesûd e û gel her dem li benda cenabê wî ye.”

Bafil Talebanî spasiya Serok Barzanî kir ku di dema borî de ji ber encamdana çend neştergeriyan, rewşa tendirustiya wî pirsiye.

Derbarê civînên YNK û PDKê de jî, Bafil Talebanî ragihand, civîna îro ya PDK û YNK gelek baş bûye û ew ê bi hev re jî serdana aliyên din ên siyasî bikin. Herwiha diyar kir, eger zêdetir nêzîkî hev bibin, dikarin di gelek cihan de hevdu temam bikin û karêb baştir encam bidin, bi taybetî karkirina hevbeş a li Bexdayê û hevhelwestiya di pêwendiyên ligel welatên cîran de.

Li ser naveroka civîna herî dawî ya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, Bafil Talebanî ragihand: “PDK û hikûmeta Mesrûr Barzanî biryareke wêrek dane û karîne guh bidin hemû aliyan, da ku xizmeta Kurdistanê bikin.”

Roja Pêncşemê 11ê Gulana 2023an, Serok Mesûd Barzanî di merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de gotarek pêşkêş kir û tê de bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanî kir ku rûpeleke nû vekin û berî 18ê vê mehê civîneke berfireh lidar bixin û hemû pirsgirêkan gotûbêj bikin û çareseriyan jê re bibînin.

Back to top button