Cîhan

Talabanî û Ahmedî Necad li New Yorkê hatin ba hev

Serokomarê Îraqê Celal Talabanî û serokomarê Îranê Mehmudê Ahmedê Necad li paytaxta Amerîkayê New Yorkê hatin ba hev.

Her du serokomar di hevdîtinekî de li ser mijarên cûr be cûr axifîn. Di hevdîtinê de têkîliyên di navbera Îran û Iraqê û her wiha li ser hikûmeta nû ya Iraqê danûstandin kirin. Her du serok dewlet li ser mijarên bazirganî  û aboriyê jî axifîn û daxuyakirin ku li ser bihêzkirina têkiliyên aborî û bazirganiyê de hemfikirin.

Herwiha di hevdîtinê de wezîrê derveyê Îraqê Hoşyar Zebarî û wezîrê derveyî Îranê Muneçîr Muttekî jî amade bûn.

Back to top button