Nivîsar

Tabûra Pênc ê Kurdistanê

Li dîroka her welatek da û li her şoreşek da mixabin herdem, grûpek hebûne ku berevajiya şoreş û tevgera neteweyî kar kirine, wan bi navê Tabûra Pênc bi navkirine…Wiha diyare, şikir ji xwedê re, em jî li Kurdistanê, di destpêka serhildanê de grûpa (Tabûra Pênç ê Kurdistanê) bi çavê xwe dibînîn.Di demek de çavê hemû dinyayê li ser me ye, dost û dijminên me bi ureyî û bezeyî, bi pazû û cesareta hêzên Pêşmergeyên me dibin û ji nêzîk ve çavdêriya rûdanên Kurdistanê û şerê dijî teror û Da’îşê bi germî dikin. Mixabin li nav Kurdistanê, ji nêzîk ve xelkek bi navê Kurd û bi navê hemwelatî û hembajariyên me, li pişt ve ji bo ji nav birina her tiştekî baş û pîroz her çi destê wan hatibe kirine.Çendîn sale grûpekî têkder ku bi rêkûpêkî nasnameya (Tabûra Pênç a Kurdistanê) li ser wan da disepê, berdewam li dijayetîkirina Serok û Hikumet û desthilat û Pêşmerge dikin. Li her cîhek ji destê wan hatibe, li Bexda bê yan li bajarên Kurdistanê be heta digihe welatên dewruber û Ewrupa û Amerîka kirin. Bi awayeke gelek dijminkarane, mijulî neşîrînkirina hemû remz û sembol û pirsên me yên neteweyîne, bi bêrehmane, ketine nava biçûkkirin û têkdan û bê bextîkirina Serokayetiya Herêmê û Hikumet û kesayetiyên diyarên tevgera rizgarîxwaza Kurd û bi awayeke raste rast, çendîn sale êrîşekî gelek nemerdane li ser kesayetiyê cenabê Mesûd Barzanî, Serok û Pêşmergeyên Kurdistanê dikin.Ev demeke dûrî li hemû bingehên exlaqî û Kurdayetiyê grûpek ji siyasetbazên Kurdê xwefiroş, ji Bexda heta Amerîka, pîroziyên Kurd û ezmûna hukimraniya Kurd û Kurdistanê biçûk dikin. Li gel dijminan rêkdikevin ku nanê xelkê bibirin û hikumê bişewînin. Gelek bi nemerdî xencerê xiyanetê diweşênin û laşê nîştîman birîndar dikin û êşê didinê.Mixabin, ew alî û kesayetiyên ku ez bi (Tabûra Pênc ê Kurdistanê) bi nav dikim heta ji xwedê jî natirsin, derew û bêbextiyên mezin dikin. Mijulin li gel Hikumeta Federal û hinek ji wan siyasiyên tûndrewên Iraqê li hev bikin û li gel wan aliyên nedemokratiyên Iraqê, li gel Heşda Şe’bîne li hev dikin û li dergehê piştê nîştîman, de’wetî Kurdistaniyan dikin.!Dema ku li Ewrupa bûm min çend carek nivîs û yadaştên, Mîs Bîl xwendin, têda behsa li silûka siyasî û civakiya Kurdan dikir. Bi rastî jî min pê bawer nedikir ku ew nêrînên wê jinê rast bin. Lê belê ku hatim Kurdistanê, li nêzîk ve li Serokayetiya Herêma Kurdistanê, li Dîwan min dest bi kar kir û piştî rûdanên van salên dawî derket holê ku birastî Mîs Bêl – rastî digot ku xiyanet li nav Kurdan da heye û ew bi xwe milên hevdû dişkînin û piştgiyê li nava xwe de nakin, ew bi xwe li nav xwe de dijminên xwene.Paşê çendîn sal piştî nivîsa dîrok ya ji aliyê Mîs Bêl ve hate nivîsîn, xelkekî din jî ji nêzîk ve, dîroka hikumraniya Kurdan nivîsîn ew jî li ser ewe kokin, ku her dema yek ji serkirdeyek rabê û kar ji bo avadanî û xweşiya Kurdistanê bike, wê demê hinek kes peyda dibin bi hemû hêzek ve dijayetiya wî dikin û bernameya wî têk didin. Gîr û giriftan ji bo wî dirust dikin.Diyare Tabûra Pênc ê Kurdistanê, sûd ji wê keş û hewaya demokratî wergirtine ku xweşbextane li Herêma Kurdistanê da heye, rojane li ser ekranên telefîzyonê rûpelên rojname û weşanan têne belavkirin dibînîn ku çawa ketine ser laş û cesteya welat û niştiman wê birîndar dikin.Mixabin îro ku pirsa (demokrasî) wekî aşkaliyetekî mezin xwe li Kurdistanê dirêj dike, di demek de Kurd wekû zerûretek û aliyetek kar li ser bingeha demokratiyê dike. Tabûra Pênç – sûd ji wê valahiyê dibîne ku demokrasî û azadî pêkaniye.Ji wê dema ku min li Serokayetiya Herêma Kurdistanê da kar kiriye, û li nêzîk ve wekî çavdêrekî siyasî min bi bîr aniye, ewe dizanim ku siyasetkirin li cem cenabê Mesûd Barzanî wekî îltîzamekî exlaqî mezine û ji xizmetkirina mîllet pêkhatiye, sûre li ser helwesta neteweyî û siyaset li cem Serok Barzanî exlaqe, terîqete.Îro bi eşkere kar û bername û nasnameya Tabûra Pênç a Kurdistanê ji bo hemû aliyek eşkeraye, û dîrok jî rehm û dilovaniyê bi kesekî nake. Mixabin bi dirêjahiya dîroka Kurdistanê tek û tuk xelkekî wiha hebûn, lê belê wekî niha bi eşkere xwe diyar nedikirin.Tabûra Pênç a Kurdistanê, ew kes bûn ku dîrokê de her dema şoreşek hatiba kirin ew ji pişt ve diçûn li ser sifreya Sultan xwarinê dixwar û her ewe bûn bi (Şêx Mehmûdê Hefîd) Şêxê mezin re digotin Xule Qopiçe.Niha jî her ewin dema Pêşerge û Serokê Kurdistanê li bereyên pêşiya cengê bi xwînî beramber dirindetirîn dijmin da dicengê û ew bi xwe serpereştiyar û darêjerê êrîşê li ser dijminên mirovayetiyê, her ewin, her ew Tabûra Pêncin ku biryar didin û bi hîç awayekî li ragihandina xwe de balê li ser nûçeyên şer û azadkirina bajar û serkeftinên Pêşmerge nakin. Her ew Tabûra Pêncin, li Bexda pîroziyên Kurdistanê û Serokayetiya Barzanî biçûk dikin.Îro ku mîllet hişyare, dîrok jî rehmê li kesek nake, divê baş bizanin ku nasname û mahiyeta Tabûra Pênç li Kurdistanê eşkerene, hemwelatiyên Kurdistanê wan baş nasdikin. Pêwîste desthilata siyasiya Kurdistanê, her çi zûye bi bê bezeyî ve bi awayeke qanûnî û siyasî sînorek ji bo çalakî û dijminkarê wan grûpên xerîb deyne û li bin dirûşma parêzgerî li mûqedesat û ezmûna hikumranî û mûessesatiya welat, rêya wan bigrê li pêşketina bîr û nêrînên xiyanetkarên Tabûra Pênç ê Kurdistanê.Xesro PîrbalHewlêr 15-11-2015

Back to top button