Polîtîk

Ta ya KURDISTAN ê rojnameyên Tirkiyê girtiye

Piştî kombûna nûnerên partiyê siyasiyên her çar perçeyên Kurdistanê ya ji bo Kongreya Neteweyiya Kurd, roj tûne ku li rojnameyeke Tirkî de di derbarê damezrandina Kurdistaneke serbixwe û dewleteke Kurdistanî tûnebe.

Li gor nûçeyên îro ku li rojnameyên Tirkiyê de derketine bi tenê serdêrên wan jî hema hema hemû wekî hevin û dixwazin bizanin gelo Kurdistaneke serbixwe û kengê li kuderê û kijan perçeyî zûtir dadimezrê. Birastî carna mirov wiha hizir dike ku ew ji Kurdan zêdetir xema wê yekê ne ku dixwazin bizanin gelo ka wê Kurdistan bibe dewleteke serbixwe an na?

Kerem bikin eve jî bi tenê serdêrên hinek ji rojnameyên Tirkî ne:

Rojnameya Vatan nivîsiye ‘Gelo Kurdistan dadimezrê?’, 

Rojnameya Radikal ‘Ji bo demeke kurt de damezrandina Kurdistaneke serbixwe ne rastîne’

Internet Haber nivîsiye Gelo dikarin Kurdistanê damezrînin?

Rojnama Guncel Demeke kurt de dikarin Kurdistan damezrînin?

Rojnameya serbixweya internetê T24 nivîsiye ‘Demeke kurt de nikarin Kurdistaneke serbixwe damezrînin’

Ev bi tenê serdêrê hinek rojnameyên ku bi tenê îro di derbarê damezrandin an danemezrandina Kurdistanê de hatine nivîsin. Helbet naveroka gelek ji van nûçeyan li ser axaftina mamosteyên zanîngehê û siyasetmedaran hatiye belavkirin.

Back to top button