Dosya

Suhrab: Reşwa heye ji encamê xiyanetê ye ne ji ber referendûmê ye

Endamekî perlamentoya Kurdistanê ser bi Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê di daxuyaniyekê de dibêje: Encamê referndûmê îradeya gel e nahilweşe, rewşa bi ser Kurdistanê de jî hatiye ne jiber referndûmê lê ji ber xiyanetê ye.Sohrab Mîkayk endamê parlamentoya Kurdistanê ser bi Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê ji Basnews re dibej: encamê referendûmê îradeya gel e û nehilweşe, bi tenê di yek rewş de encamê referendûmê tê hilweşandin; eger referendûmek din çê bibe û gel deng ji bo hilweşandina encamê referendum bide, ev jî karekî mistehîl e.Li dor ew reşwa piştî referendûmê bi ser başûrê Kurdistanê de hat, parlamenter Sehram dibêje ku yek ji sedemên ku başûrê Kurdistan gihand vê rewşê xiyanet bû, her aliyek helwestên xerap hebe û bixwaze îradeya gel bişkîne xiyanet tê hêsab kirin û rewşa îro heye berencamê xiyanetê ye ne ji ber referendûmê ye.Weke tê zanîn roja 16ê oktobera 2017ê milîsên Heşda Şaib, pasdarên Îranê û milsên Hzbula êrîşî ser Kerkûk û deverên din kir û girûpeke nav Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê xiyanet li gel kir û Kerkûk û deverên din teslîmî wan hêzan kir.

Back to top button