Nivîsar

Stratejiya HDPê di hilbijartinên herêmî de!

HDP ji bo stratejiya xwe ya hilbijartinên herêmî kifş bike îro dicive. Helwesta HDPê ji bo hilbijartina girînge, ji ber ku HDP li bajarên Tirkiye wek Stanbulê, Mersinê dikare bandorê li encamên hilbijartina bike. Li vê derê ya girîng Stanbule.

HDP di derbarê helwesta xwe ya hilbijartina taybetî li bajarên Tirkiye li gel CHPê komek civîn kirine. Tê zanin ku CHP li gel IYI Partiyê  ji bo hilbijartina li hev kirine û bi hevre stratejiyek hevbeş dane xûyakirin. Li hinek bajaran CHP û hinek bajaran jî IYI Partî berbijêra nîşan nade.
IYI Partî bi tu awayî li gel HDPê rûnanê û tifaqa nake, ev yek eşkere kiriye. CHP jî bi awayek eşkere li gel HDPê li hevhatinekî nake. Lê di bin de nehînî hevdîtina dikin û ev hevdîtin gihane encamekî.

Eger HDP li deverên wek Stanbulê berbijêrê xwe diyar neke û nekeve hilbijartina, ev tê wateya ku li gel CHPê û IYI Partiyê hevkarî kiriye û li hevhatine.
Ji ber ku di van hilbijartinan de armanca sereke ya tifaqê ji serkeftinê bêhtir windakirina AKP û Erdogane. Tifak li ser bingehên dijitiya Erdogan têne kirin. Aliyên ji derê AKP û MHP tifaqê dikin vê yekê eşkere dibêjin.

Stratejiya HDPê li Kurdistanê çibe baş nayê zanin. Tişta ku di Raya gişti de tê axavtin, HDP ji aliyê Kurda li gel Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye komek civîn kirine û ihtimala ku li hinek deveran berbijêrên PDK-T bide nîşandan heye. Ev yek hêja ne zelale. Ji aliyek din her partiyekî li gora xwe stratejiya xwe daye kifşkirin. Lê her demî her aliyek dikare dîtina xwe biguherê. Heta berbijêr bi awayek fermî neyên diyarkirin dê ne zelalî berdewam be.

Li Kurdistanê HDP hewldide ku ew şeredariyên qayum hatin tayin kirin şûnve vergirê. Lê di vê derbarê de pirsgirêka berbijêra heye. Ji bo cardin qayum neyên tayin kirin HDP hewl dide ku parlementerên xwe li hinek deverên girîng wek berbijêr bide nîşandan.
Dê rewşa HDP û siyaseta di hilbijartinên herêmî de piştî civîna reveberiya Partiyê zelaltir dibe.

Nûçe/Analîz

Back to top button