Polîtîk

Stockholm: Bîranîna tevkujiya Helepçê bi merasimekê rengîn hat lidarxistin

Stockholm – Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS), di 16ê Adarê de merasimekê piralî û rengîn ji bona 22 saliya tevkujiya Helepçeyê li Stockholmê li Dêra Adolf Fredriks li dar xist. Serokên Partiyên Swêdê û parlamenterên Swêdê bêşdarî merasimê bûn û axifin, rismê tevqujiya Helepçeyê di panoyê de hatin nîşandan, ji bona qurbaniyên Helepçeyiyan mûm hatin vêxistin, şiîr hatin xwendin, stran hatin gotin. Ciwanên kurd temsiliya tevkujiya Helepçeyê di bin strana Şivan Perwer a Helepçeyê de bi şanoyekê pêşkêş kirin. Sekretera FKKSê Pirşeng Tuwana şiîr xwend û bi dengê xwe yê xweş stirî. Dengbêj Armanc bi bilûrvan Ismet ve di merasimê de sitirî û Kurdo Baksî merasimê birêvebir. Merasima bibîranîna Helepçe li aliyê hevwelatiyan ve bi girseyî û baldarî hat temaşekirin û guhdarîkirin.

Di merasimê de Seroka Partiya Sosyaldemokrat a Swêdê Mona Sahlin, Serokê Partiya Çep Lars Ohly, Serokê Partiya gel û wezîrê Perwerde yê Swêdê Jan Bjorklund, Parlamnetera Partiya Hawidor Bodil Ceballos, Parlamamentera Partiya Moderat Margareta Cederfeldt, Parlamentera Partiya Demokratê Xiristiyan Desirée Pethrus Engström amade bûn û axaftin. Li ser navê Hevakariya Hêzên Kurd û Kurdisatnê li Swêdê Arî Sexnûrî qise kir.
Merasim Ji aliyê Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Aycan Şermîn Bozarslan hat vekirin. Wê di axaftina xwe de li ser tevqûjiya Helepçeyê sekinî û piştî ketina rejîma Saddam Huseynî guhertinên ku di Iraqê de û bi taybet jî li Kurdistanê de pêk hatine sekinî û got; Dadigeha Bilind a Tawanan a Iraqê Eli Hesen Mecîd bi îdamê ceza kir û di 25.01.2010ê de jî ew hikûm hate bicihanîn. Herweha Dadgeha Bilind a Iraqê qaresata Helepçeyê wek tevkujî qebûl kir. Bi cezakirina Alî Kimyawî û bi biryara Dadgeha Iraqê, adelet li Iraqê di derbarê Tevkujiya Helepçeyê de hat tecellîlkirin. Lê divê hewildanên me yên çalakiyan berdewam bibin heta ku Yekîtiya Neteweyan tevkujiya Helepçeyê wek sûcekê dijî mirovayiyê nas bike û 16ê Adarê bike rojeka navneteweyî ya qedexekirina çekên kimyawî.

Seroka Partiya Sosyaldemokrat Mona Sahlin li ser komkujiya Helepçeyê got, ew komkujiyeka herî xedar e ku gelê kurd di dema Baasê de di bin diktatoriya Sedam û Alî Kimyevê de tujî wê bûne. Wê li ser kongreya partiya xwe raswesiya û got di kongreya me de hat pejirand ku divê Swêd jenosîdên Sahraya Rojava, Seyfo  û Al-Anfal wek jenosîd qebûl bike. Û me vê pêşniyara xwe çend roj berê di Meclîsa Swêdê de jî anî rojevê û meclîsa me ev tevkujiyê kul i dijî Ermenî, Asurî-Suryani-Keldanî û Pontusa di dema xwe de li Tirkiyeyê bûne, qebûl kirin.
Lars Ohly li ser komkujiyên Helebçe û Enfalê rawestiya û got piştî ku wî bi çavên xwe Helepçe dîtiye meselê pirtir tesîr lê kiriye û xebata wan a ku enfal û Halebçe wek jenosîd bê naskirin û 16-ê adarê bibe rojeka navneteweyî a têkoşîna li dijî çekên kîmyayî xurttir bûye. Lars Ohly got wî bi nameyeke vekirî daxaz ji serok partiyên Swêdê kiriye ku ji bona ku 16ê adarê bibe roja navnetweî ji bo nehêlana çekê kîmiyayê, bi hev re bixebitin. Divê kar ji bo wê yekê bê kirin ku tezmînat ji xelkê Helebce re bê dayîn û bi jîyana civakî ya normal ve dîsan bên guncandin û herhewa dewletên rojava beşdariyê di avakirina Helebceyê de bikin û erd û axa Helebceyê ji gazên jehrî paqij bikin.

Serokê Partiya Gel û Wezîrê Perwerdeyê yê Swêdê Jan Bjorklund di axaftina xwe de got, ew hewildidin di duwerojê de ev tevkujiyên ku li hember gelan qewimîne û bi taybet ji di Helpeçeyê de di dema Saaddam de rûdaye di pirtûkên sîstema perwerdeya Swêdê de cî bidin wan da ku şagirtên dibistanan van tevkujiyan fêr bibin.
Parlamnetera Partiya Hawidor Bodil Ceballos, Parlamamentera Partiya Moderat Margareta Cederfeldt, Parlamentera Partiya Demokratê Xiristiyan Desirée Pethrus Engström jî di axaftinên xwe de dîtinên xwe anîn zimên Tevkujiyê şermezar kirin û hest û piştgiriyên xwe ji bona gelê kurd diyar kirin.

www.fkks.se

Back to top button