Vîdeo

Soz xelkê Zaxoyê dengê xwe bidin kîjan lîsteyê ezê jî dengê xwe bidim heman lîsteyê

Di çarçoveya kempînên propagendeyên hilbijartinên 30 Îlonê, îro partiya demokrata Kurdistanê bi amade bûna Serok Barzanî li bajarê Zaxoyê ahengeke girseyî organîze kir.Aheng bi deqîqeyk rawestan bo rêz girtin ji şehîdên Kurdistanê destpê kir û pişt re jî Serok Barzanî gotarek pêşkêşî xelkê Zaxoyê kir.Serok Barzanî di destpêka gotara xwe de bo xelkê Zaxoyên got: Silawên mêrantî û kurdatiyê li we bin xelkê bi şeref û birûmet ya Zaxoyên, Zaxo û xelkê Zaxoyê her ji destpêkê heta niha bi taybetî jî di şerê dawî ya li dijî DIŞIê de qehremaniyeke gelek mezin kirine û qurbaniyên gelek zêde pêşkêşî, welat, nîştiman û netewa xwe kirine jiber vê çendê gelek zehmete kesek bikarêbe mafê xalkê Zaxoyê bide.Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de balkêşande ser referanduma serxwebûnê yaku di 25ê Îlona 2017an de hatibû kirin û diyar kir ku par jî di wan deman de hun weke xelkê Zaxoyê qehremaniyeke mezin ya dîrokî tomar kir û dilsoziya xwe bo welat, netewe û mafên reva yên gelê xwe îsbat kir.Serok Barzanî eşkere kir ku çend roj piştî referanduma serxwebûnê hin kes û aliyên şovenî û faşîst yên li Bexdayê dest bi cîhbicîh kirina pilanên xwe yên li dijî gelê Kurdistanê kirin lêbelê bi qehremaniya hêzên pêşmerge û di sêya şehîdên serfiraz de ev pilanên han hatin pûçkirin.Serok Barzanî herwiha anî ziman ku di dema êrîşên çekdarên heşda şebî û artêşa Îraqê de bo ser Kurdistanê yên ku dixwazin Kurdistan nehêlin dîsa bi sêya qehremaniya hêzên pêşmerge, şehîdên serfiraz û berxwedana gelê Kurdistanê ev pilana han jî hat pûçkirin.Serok Barzanî behsa vê yekê kir ku di meha Gulana 2018an de hilbijartinên parlementoyê Îraqê hate kirin, ez gelek ditirsam ku ev kesên faşîst û şovenî yên li Bexdayê hewl bidin ku şerê navbera Kurd Ereb der bixin lêbelê di hilbijartinên 12ê Gulanê de, raya giştî ya Ereb a Îraqê ew kesên han ceza kir. Barzaniyê Nemir her tim gotiye ku tawane ku şerê me ya li dijî hikûmet û rejîman bibe şerê dijî gelan û neteweyên din jiber ku şerê me bo azadî û mafên gelê Kurdistanê ye û li dijî rejîm û desthilatên dîktatore ne li dijî gelên din ku bi salane em li deverê bi hevre dijîn.Serok Barzanî balkêşande ser rewşa Kurdistanê û diyar kir ku Kurdistan welatê tevahiya me ye, ya Kurd, Ereb, Tirkiman, Ermen, Êzidî, Mesîhî û tevahiya pêkhateyên dine û her kes li Kurdistanê de azade ku çi ol an jî çi ramanek hebe.Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa hilbijartinên 30 Îlonê jî kir û got: Soz hun weke xelkê Zaxoyê dengê xwe bidin kîjan lîsteyê ez jî dengê xwe bidim heman lîsteyê.Serok Barzanî herwiha eşkere kir ku hilbijartinên 30 Îlonê gelek girîng û çarenivîssazin û piştî hilbijartinan ku PDK biser ket vê guhertinên gelek mezin û reformên seraserî werin kirin.https://youtu.be/S_2VvARqf8Y   

Back to top button