Polîtîk

Şovenîstên Tirk Kaya kuştin, Şovenîstên Kurd jî dixwazin Perwer bikujin…

Ehmed Kaya ji bo aştiya li navbera Kurd û Tirkan têkoşînê da û her kes çîroka kuştina wî ya ku ji bo çi û çawa ji aliyê şovenîstên Tirkan ve hate kuştin baş dizane. Ew êrîşên ku van rojan li ser Şivan Perwer têne kirin wan êrîşên Ehmed Kaya tîne bîra mirov, lê mixabin Şovenîstên Tirk Ehmed Kaya kuştin, Şovenîstên Kurd jî dixwazin Şivan Perwer bikujin…

Ev demeke ji aliyê alîgirên BDP ve li hemberî Şivan Perwer êrîşên ne rewa têne kirin. Li ser tora civakiya facebook û twitterê gelek kesên ku xwe nas nakin tevlî vê êrîşê dibin û mixabinî ku hinek kesên xwe rewşenbîr jî dizanin tevlî van êrîşan dibin û cemawerê xwe teşwîq dikin ku êrîş bikin.

Birastî divê êdî Kurd û Tirk dijî şovenîstan derkevin û bi tenê xwediyê li aştî yê derkevin.   

Helbet eve jî pirseke mezine, eger sibê Apo fermanekî bide bibêje Şivan deynin ser serê xwe wê ew BDP yiyên zorzan bibêjin na? Lê ya baş ewe ku hê poşman nebûyîn bila dev ji êrîşa nirxê mezinê Kurd û Kurdistanê berdin. Şivan ji bo hemû Kurdistanê nirxeke mezine, ewê li hemberî Şivan raweste, li hemberî gelê Kurd radiweste bila baş bizanin…
 
Back to top button