Nivîsar

Şoreşa Îlonê li bîra me ye lê çewe

Her sal ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê ve şoreşa Îlona pîroz tê yad kirin. Gelek nivîs û axvtin di derbarê şoreşa Îlonê de tên kirin. Dema behsa şoreşa Îlonê tê kirin piranî çelakiyên pêşmergeyatî û qehremaniya pêşmerge û serkeftinên leşkerî dikeve pêş.

Qonaxa ku şoreşê destpêkirî qonaxek gelek taybet bû, mercên dinyayê gelek cudabûn di rastiya xwe de Barzaniyê nemir di mercên gelek dijwar û nexweş de dest bi şoreşa Îlonê kir. Gelek caran me di nivîsên xwe de behsa naweroka siyasî ya şoreşê kiriye.

Lê îro di roja me de di van mercên siyasî li cîhanê de û taybetî asta tevgera kurd gihayê û ji hemiyê jî girîngtir li gora statuya ku îro li Başûrê Kurdistanê heyî pêwîste şoreşa Îlonê bête şirove kirin.

Eger siyaseta Barzaniyê nemir û di praktika şoreşa Îlona pîroz de baş û objektîf bê şirovekirn, wê siyaseta Partiya Demokrta Kurdistanê jî behtir zelal bibe û ji hemiyê girîngtir bibe siyaseta nawend a netewî li Kurdistanê hemiyê.

Şoreşa Îlonê ji berî her tiştekî di wan mercên dijwar de yekitiyek netewî di kesayeta Barzaniyê nemir û çelakiya şoreşê de peyda kirî bû. Ev taybetmendiya herî mezin ya şoreşê bû. Îro encama siyaseta wê şoreşê destkeftiya herî mezin di dîroka tevgera Kurdistanî de statuya Başûrê Kurdistanê ye.

Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Mesud Barzanî hem serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ye û hem jî serokê Kurdistanê ye. Bê mibalexe îro jî di kesayeta vê partiyê û serokê Kurdistanê de yeketiyek netewî dikare bête avakirin û ew bibe nawend a destxistina mafên netewî yên kurdan di hemû beşên Kurdistanê de. Eger îro ev yek tunebê kemasiyek ya siyaset a Partiya Demokrat a Kurdistanê bi xwe ye.

Di baweriya min de Partî pêwistî heye ku berdewam siyaseta xwe berçav re derbas bike û bi dinamîzmek nûjen û gelek çelak bixe rojevê û bibe nawenda cazibeya tevgera kurd.

Mixabin îro rewşa Partiyên Demokratên Kurdistanê li beşin din ne başe. PDK li beşên din ne partiyên sereken e û heyin û tunehîna wan li hinek beşan tê gotubêj kirin. Bê goman sedemê vê yê bingehîn qelsiya wan bi xwe ye. Lê gelo rolê PDK a Iraqê di vê de çîye? Ev yek jî divê cihê lêkolînekî  be.

Lê li beşên din yên Kurdistanê gel piranî li ser rêbaza Barzani ne. Di nava hemû partî û rêxistinên cuda de hijêkirina Barzanî gelek e û gelek insan netewiyêtê di Barzaniyetê de dibîne. Her demî mecal heye ku ev civata xwedî vê dîtinê bête aktîvekirin û bibe mekanîzma herî dînamîk di tevgera kurd de.

Îro ji bo avakirina yekitiya neteweyî li ser bingeha rêbaza Barzanî merc hene. Di van mercan de imkan a PDK bi xwe jî heye. Başe hingê pirsek tê rojeve. PDK ji bo çi vê yekê pêknayne û ew mekanîzma pêwîst naxê praktîkê de.

Bi minasebeta 11 Îlonê, salvegera şoreşa Îlona pîroz pêwiste PDK vê yekê gotubêj bike. Divê lêkolînek berfireh û aktîf di vê derbarê de bê kirin û her weha da giyanê şoreşa Îlonê di roja me ya modern de bête jiyandin ev bûye pêwistiyek.
Ev yek ihtiyaca miletê kurd ya herî girêng e.

Bila şoreşa Îlona pîroz bi naverok li bîra me be, daku em bikaribn pêşiya xwe baştir bibînin.

11.Îlon.2012
Dara Bilek

Back to top button