Nivîsar

Siyaseta DYA, Tirkiye û tevgera kurd li rojavayê Kurdistanê

Serdana Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîka John Bolton ya Tirkiye û gotinên serokkomarê Tirkiye Erdogan di derbarê Bolton de di medya cîhanî de cih girt.

Rojnameya The Times da xûyakirin ku, Erdogan di daxûyaniyên xwe de sivikahiyê li DYA dike û xwe amade dike ku êrîşê kurda bike.

Bolton ji berî serdana xwe ya Enqere dabû xûyakirin ku eger Tirkiye garantiyekî nede ku êrîşê kurda neke, Amerika venakişe.

Li ser vê daxûyaniya Bolton Erdogan û berpirsên Tirkiye gelek daxûyaniyên tund dan û ragihandin ku, PYD rêxistinek teroriste û temsila Kurda nake. Herweha Erdogan da xûyakirin ku, ew dostê kurda li herêmêne û tu cara êrîşê kurda di rojeva wan de tuneye.

Ji aliyek din Erdogan pêşniyarek ji bo Amerika kiriye. Ew di pêşniyara xwe de dibêje: Hemi çekdarên ku pêwendiya wan bi rêxistinên terorê re tuneyî bila bikevin nava Hêza Îstikrarê de.

Erdogan di vê pêşniyara xwe de dixwaze behsa kîjan çekdaran bike cuda tê şirove kirin. Ihtimalek mezin qesta wî Artêşa Azad a Suriyeye. Hinek aliyên Kurda di vê pêşniyarê de cih digrin yan na, nayê zanin.

Tirkiye dide xûyakirin ku, berpirsên Amerikayê bi zanebûn kurda di kesayeta rêxistinek terorist de didin nasandin û ew vê yekê qebûl nakin.

Ji bo vê yekê jî Erdogan li Enqere li gel Bolton neciviya. Ev wek krîzek di navbera Amerika û Tirkiye de hate nirxandin. Lê Amerika li himber daxûyaniyên Tirkiye li ser vê pirsê tu daxûyaniyên tund nedan û Qesra Spî da xûyakirin ku hevdîtinên baş navbera rayadarên Tirkiye û Amerikayê de pêk hatine. Yanî Qesra Sipî bi êrênî serdana Bolton a Tirkiye nirxand.

Lê cardin gelek pisporên navdewletî behsa krîzekî di navbera Tirkiye û Amerikayê de dikin.
Gelek eşkereye ku niha Tirkiye xwe amade dike ku êrîşê rojhilatê Firatê û taybetî devera Minbicê bike. Heta vê gavê Amerika li deverêye, lê ji bilî vê HSD xwe ji deverê didin aliyekî û li hinek cihan hêzên rejima Suriye û herweha hêzên Rusyayê jî cih dibin.

Eger Tirkiye êrîşê deverekî li Suriye bike ku kurd lê nebin yan jî ew dever ne xaka Kurdistanê be, ev ne pirsgirêka kurda ye jî. Nabe kurd êrîşa Tirkiye li ser rojhilatê Firatê wek êrîşeke li ser xaka Rojhilatê Kurdistanê bidin nîşandan û propaganda vê bikin. Êrîşa Tirkye ya rojhilatê Firatê pirsgirêka rejima Suriyeye. Ji xwe Tirk li gel AMerikayê li hev nekin tu cara êrîşê deverekî ku hêzên Amerikî lê bin nakin.

Tirkiye dide xûyakirin ku ew li ser deverên sinor hêzên PYDê naxwazin. Li himber vê PYD niha li gel rejimê li hevhatin kirine û dê hêzên rejimê li devrên sinor bisekinin.

Lê li vê derê pirsa herî girêng ewe ku, ji bo çi PYD hevkariya rejima Suriye tercihê hevkariyekî li gel aliyên Kurdistanî  dike. Divê baş bê zanin ku eger hêzên PYDê bibin wek milîsên rejima Esad û hewl bidin rojavayê Kurdistanê kontrol bikin, dê ev yek gelek zehmetiyan derêxe holê, hingê ENKS û hêzên pêve girêdayî dê hewl bidin ku bikevin Kurdistanê û Kurda biparêzin.

Yekem rêya di roja me de li ber PYDê ewe ku li gel ENKSê li hevhatinek dirust bike û hemû hêzên xwe ji deverên ne Kurdistane vekişîne û li gel Pêşmergeyên Roj xaka rojhilatê Kurdistanê li himber hemî êrîş û tehdîtan biparêze.

Ji derveyê vê PYD ber bi xeletiyek mezin ve diçe û paşeroja xwe de dibe milîsên rejima Esad û dijitiya Kurdistanê û destkeftiyên Kurda dike.

Rê li pêşiya PYD ji bo hevkariyek niştimanî li gel ENKSê vekiriye û nabe vê rêyê bigre xwe bispinê hezên din ku kurda ji mafên wan yên rewa dûr bixe.

9.12.2019

Nûçe/Analiz/Rojevakurd

Back to top button