Nivîsar

Siyaseta durû serê xwediyê xwe dixwe!

Gelek cara behsa helwesta kesayetên siyasî û ne zelalbûna siyaseta partiyên siyasî tê kirin. Lê mixabin gelek caran jî bi nave siyasetê rastiya heyî bi tu awayekî bi awayek zelal nayê rojevê. Aliyên siyasî û kesayetên ku ne xwedî helwestin astanga herî mezinin di rêya rastîyê de. Dema aliyek yan jî kesek behsa rastiya heyî dike jî, piranî vê yekê ne rast yan jî ne wek helwestek siyasî dinirxînin. Halbukî ew kes yan aliyê siyasî dema rastiyê dibêje ya dilê hemû kesayetên ku du dilin jî dibêje. Ferq ewe ku yek diwêre bêje yê du dil jî bi awayek tirsonekî siyasetê dike û li gora xwe dibêje ku; ma gotina rastiyê maye hêviya min ve.

Niha rewşa PKKê ji aliyê her aliyek siyasî yan jî kesayetek ku siyasetê ve mijûle û rojeva siyasî li Kurdistanê dişopîne tê zanîn. Gelek ji van di civatên teng de bi tundî PKK rexne dikin û behsa rastiya PKKê dikin, lê di nava civakê de jî tiştek din dibêjin. Eve durûtiya siyasî e.

PKK êrîşê başûrê Kurdistanê dike. Lê PKK di medya xwe de, dicivînên xwe de û propagandeya ku dike bi wek tektikek siyasî behsa dezgehên yasayî yên Kurdistanê nake. Yanî PKK rasterast ne hukumeta herêmê yan jî serokatiya Kurdistanê yan jî Parlementoya Kurdistanê nake armanca derewên xwe. Lê PDKê dike armanc. Êrîşê PDKê dike. Helwesta xwe wek nakokiya navbera du aliyên siyasî de yanî wek nakokiya PDK û PKKê dide nasandin.

Gelek aliyên siyasî û taybetî yên bakurê Kurdistanê beyana dertêxin û daxûyaniya didin. Behsa parastina destkeftiyên başûrê Kurdistanê dikin. Lê mixabin tu cara raste rast nabêjin kî tehdîta herî mezine li ser van destkeftiyan. Behsa PKKê nakin, behsa ku PKK rê li dewletbûna Kurdistanê digre nakin, behsa ku PKK pêşmergeyan şehid dike nakin, yanî behsa xiyaneta PKKê li başûrê Kurdistanê nakin.

Gelek vekirî behsa heyina PKKê ya ne yasayî li başûrê Kurdistanê nakin. Ev yek ev helwesta aliyên siyasî ya durû dibe sedemê êrîşên PKKê li dijê PDKê. Gelek kes kîna PDKê di zikê xwe de hiltînin. Li gora van kesan kî dijminatiya PDKê bike ew dostê wan e. Bi vê bê ehleqiya siyasî kesek nagihe tu deverekî.

Bala xwe bidinê di derbarê rewşa başûr de û taybetî di derbarê Şingalê de bi dehan daxûyaniyên aliyên siyasê derketine. Lê behsa ku, çekdarên PKKê li Şingalê bûne beşek ji Heşda Şeibî nakin. Yanî behsa xiyaneta ku ji aliyê PKKê ve li Şingalê tê kirin nakin. Nabêjin PKK rê nade Şingal bikeve di bin îdareya hukumeta herêma Kurdistanê de. PKK xwe parastiye dagirkerên Bexdayê û hewl dide ku Şengal ji Kurdistanê bi temamî veqete.

Gelo kîjan aliyê siyasî yan jî siyasetmedarek akilane dikare bêje ku. HDP,KCK,PHD,KCD,KNK,PYD û hinek dezgehên din ne rasterast girêdayê PKKê ne û nawenda siyaseta wan Qendile? Li gora xwe hinek aliyên siyasî û ew siyasetmedarên ku xwe akilmend dihesibînin, PKK rexne dikin ,lê li HDPê xwedî derdikevin. Ev ne siyasete. Ev ne helwestek niştimanperweriye.

Medya ku girêdayê PDKê tê zanîn jîvê çewtiyê dike, propagandeya PKKê dikin û pişgiriya siyaseta qirêj a PKKêli herêma Kurdistanê dikin. Medya PKKê ji bo helwesta Îsmail Beşikçî ya di derbarê başûrê Kurdistanê de êrîşê Beşîkçî dike. Bi tundî beşîkçî tehdît dike. Gelo ev aliyên din yên durû yên ku siyaseta zelal newêrin rêve bibin ji bo çi PKK berê xwe nadê wan? Ji ber ku ne xwedî helwestin.

Siyaseta durû dawîyê de serê xwediyê xwe dixwe.

23.12.2020

Nûçe/Analîz

Rojevakurd

Back to top button