Nivîsar

Siyaset Bi Kurdî

Siyaseta miletekî bindest divê bi zimanê wî be an jî bi zimanê dagirkerên welatê wîna birêve biçe? Di esil ve feslê xwe de bersiva vê pirsa divabû gelekî hêsanîbûya. Lê mixabin di pratika siyaseta Kurdan û çalakiyên rewşenbirê de ev bersiv ne wilo hêsaniye. Gotin û pratik di çalakıyan de hevdu nagirin û di vê pirsê de bêbahweribûn û bêprensibûn derdikeve pêşberi civakê.Gava ku mirov vê pirsa di pratika siyasetê û çalakiyên rewşenbirî de dipirsê, hema bi carekê re mekanizmayên xweparastinê dikevin dewrê. Sed û yek hicet tenê peşkeş kirin. Bi dûv hevdu de hezar zehmetî tenê hejmartin. Hinek dê û bavê xwe sucdar dikin, hinek gazincan ji zimanê perwerdehî ye dikin, hinek qala pileya asimilasyonê dikin, hinek dibêjin ziman ne giring e…Baş e; ma rewşenbîr û siyesetmedaran Kurdan ku bi Kurdi siyasetê û karê rewşenbirî dikin, heman hicet ji bona wan jî derbas nabe? Ma Kurdên ku bi zimanê xwe karê siyasi û rewşenbirî dikin ji ezmanan daketinê nava civaka Kurdan? Wan Kurdan ji xebata xwe dibin nîrê asimilasyonê de dane meşandin. Ew jî li Kurdistanê dijin. Lê di vê pirsê de beriya her tiştî mesela helwest û xiretê ye, di vê tevgirêdanê de peywira netewî derdikeve pêş. Di rewşa wilo de dildarî û dilovanî di nava civaka Kurdan de derdikeve pêş. Bi vê helwestê hest, raman, aminti û bahwerî geş dibe û rûhekî netewî li derdora xwe belav dike.Ew kesên ku bi Kurdi siyasetê dikin û dinivisînin fêrbûna zimanê xwe ji xwe re kirine armanceke netewî. Li gora vê bahweriyê doza Kurdistan bê zimanê Kurdî stûna hebûna xwe ji dest dide. Ango zimanê Kurdi stûneke netewayetiya Kurdîyê û divê bi her haweyî were parastin, pêşxistin û di nava zimanên cihanê de cihê xwe bigre. Mirovên Kurdperwer bi vê peywirê divê tevger bikin û helwesta zwe jî zelal bikin.Dîsa di vê tevgirêdanê de ya helî balkêş ev e; yên ku qala giringiya zimanê Kurdî dikin, vê daxwazê bi zimanê Tirkî pêşkêş dikin! Xiyala xwe bidin malper, rojname, Televizyonên Kurdan û hûne bibin ku Kurdiparêzî bi Tirkî tê kirin. Disa çavê xwe li siyasetmedarên bejik bigerinin û hûnê bibinin ku Kurdistanparêzî ji dîsa bi Tirkî tê kirin. Di kongre û şahiyan de bi cil û bergê Kurdî şov dikin lê netewayeti tenê di şiklê wana de dimîne. Forma wana Kurdîye naverok jî biyanî ye. Zimanê wana şikestiye û tam tê de tüneye. Bi Tirkmancı diaxivin, qurmiçîne û helwesteke çeqilmastî didin der.Ango mirovên ku şiretan li xelkê dikin, ew bi xwe ne li gora şiretên xwe tevger dikin. Di rewşeke wilo de bahwerî û amıntî ji holê radibe.Dîsa em hemû dizanin ku kesên wilo ev bi salane ku vê helwesta xwe didominin. Ango fêrbûna zimanê Kurdî ji xwe re nekirine karekî sereke. Ziman û kultura Kurdî di kesayetiya xwe de naserifandine. Ango gotin û pratik di vî warî de li hevdu nake. Ez dikarin bi hezaran navan li vir pêşkêşî we bikim, lê feda wêna ji bona niqaş û helwestek prensîbî ne gelekî giring e. Em eşkere dibinin û çavderiyê dikin ku gelek siyasetmedar û rewşenbir nirxên zimanê Kurdî tênê weke alavekî propagandayê û alavekî zimandirêjayîyê bikartînin.Ev jî bi rasti şermeke mezin e ji bona Kurdan!Mebesta min li vir ne ev e ku ez hinek kesan bêrumet bikin. Ez di vê mijarê de tenê dixwazim bibêjim ku ev pirsgirêk ji bona pêşeroja siyaseta Kurdan bûye pirsa man û nemanê. Gava ku ziman û kultur ji destê me çû, Kurd asimile bûn, pê re rûhê Kurd û Kurdistanibûnê jî lavaz dibe û bi wextê re têkdiçe.Ji vê helwesta Kurdên netewî gelek serkundir encamên çewt derdixin. Dibêjin; qey mirov li dijî zimanê Tirkî, Farisî, Erebiye. Naxêr! Ev encam derxistin bi rastî çewt e. Çima?Gava ku rewşenbir û siyasetmedar berê xwe bidin civaka Kurdan, peyaman ji bona Kurdan birêvebikin, divê wê gavê ziman Kurdî be. Kurd divê bi Kurdi bi hevre bidin û bistînin. Gava ku peyama Kurdan ji bona civaka Tirk, Ereb, Farisan be, gelekî xwezayîye ku mirov bı zimanê wana xwe formüle bikin. Ji ber van sedeman be ji Kurd çiqasî zimanan zanibin ewqasî siyaseta Kurdi û xebatên rewşenbîrî dibin xwedî wate. Asta karê rewşenbirî û qalita siyasetê ji bilind dibe.Ango bi kurtî Kurd divê dijayetiya zimanê ciranên xwe nekin lê giringiyê jî bidin zimanê xwe. Bi kurdî siyasetê bike, stranan bibêje, qerfan bike, lêkolinan bike, pirtukan binivisîne, film û tiyatro çêke. Çi zehmetî hebe jî divê civîn, niqaş, çalaki, gotûbêj di civaka Kurdan bi Kurdî bin. Kurd bi hevdu re bi Kurdî biaxivin. Ma ji bona vê yeke teoriyên rêzber pêwistin? Ma ji bona vê yeke hicetên vingvala lazim in? Bi rastî bi tevgera Kurdan nakeve ku li ser asta dijayetiya zimanên ciran siyesetê bike. Ev helwesteke ne rast e. Antî zimanê Tirkî, Erebî, Farisî bi realita me re li hevdu nake. Heger ew di gelek tevgirêdanan de li dijî zimanê me bin jî, em Kurd nepewistin weke wana, bi heman pîvanan tevbigerin.Em divê zimanê xwe jî û yên ciranê xwe ji baş fêrbibin.Ev rastî jî bi xwe re jehatbûneke pêde dike, argumentên Kurdan bihêztir dike, asta rewşenbirî û siyaseta Kurdan bilintir dike. Pêwendiyên civak û kulturên ciranan watedar dibin û pêşdarazin jî qels dikevin. Siyaseta Kurdan ya milî û demokrat divê xwe ji hemû curê pêşdarazinên etnikî dûrbixîne û giranîye bide zanabûneke rasteqin.Şerefxan Cizîrî13.02.2018

Back to top button