Polîtîk

Sîstanî fetwaya cîhadê da

Ayetulah Elî Sistanî merciyê Şîiyan li Îraqê bang li xelkê Îraqê kir li dijî çekdarên Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAÎŞ) çek hilgirin û şerkirin li dijî DAÎŞ weke cîhad dazanîn.

Li gor ajansa nûçeyan Anadolu,  nûnerê Elî Sîstanî, şêx Ebdulhadî Kerbelayî di xutbeya înê de li bajarê Kerbelayê fetwaya Sîstanî ya di heqê cîhada li dijî DAÎŞ xwend:

          Dijminên Ehlê Beytê dîsan derketin holê. Em di dewraneke wisa de ne ku, kîn û nefreta Bedir û Xeyberê careke din derdikevin holê. Peyrewên Benî Umeyeyê dixwazin êrîşî deverên me yên pîroz; Nexef û Kerbelayê bikin.

Sîstanî di fetwaya xwe de dibêje:

          Ez bangî hemû Şîiyan û peyrewên Ehlê Beytî dikim ku, ew ji bo serkeftina parêzvanên Îslamê dia bikin. Kî dikare çek bide destê xwe û şer bike, divê ew li dijî terorîstan piştgiriyê bide vî şerê pîroz. Kî di vî şerî de bimire, ew şehîd e. Divê arteşa Îraqê jî cesûr bide. Bila siyasiyên Îraqê destekê bidin hêzên çekdar û hêzên xwe bikin yek û ji bo serkeftina Îslamê bibin yek.

Back to top button