Polîtîk

Sîrwan Barzanî: Baştirîn çareserî serxwebûne

Sîrwan Barzanî di derbarê hatina çek ya ji bo Pêşmerge diyarkir ku şandina çek li ser sîstemên welatan dimîne û her welatek bi awayekî cûda çek dişîne û dibe ku nehatina çekên giran mebesteke siyasî yan jî fişareka nêrîna Hikumeta Iraqê be, ji ber ku heta niha Herêma Kurdistanê ser bi dewleta Iraqê ve ye û nahêle çekên pêwîst bigihin me.

Iraq Rêgire

Berpirsê Hêzên Pêşmerge li Mîhwera Guwêr û Mexmûr got: Guman têda tûne welatê Iraqê rêgire ji bo her pêşhateka nû ya li Kurdistanê û li gor dîrokê jî Iraqê dijayetiya şoreşên Kurdî kiriye, lê li vê dumahiyê hinde soz dane me lê belê heta çi radeyê dê bi cîh bîne em wê yekê nizanîn

Dema terorîstên Da’îşê digot em dostên Kurdane wateya wê ew nebû ku şerê dijî me nakin wekî ku Sîrwan Barzanî got: Dibe ku ew planeka wan be û heke dostên me ban şerê me nedikirin, di heman demê da destên derekî di vî şerî da hebuye û em nikarin kesekî tawanbar bikîn, ji ber rewşa terorîstên Da’îşê ya veşartiye û em nizanîn van çekên giran çawa tîne û eve ne tişteke hêsaniye.

Di dema devera Guwêr û Mexmûr ketin  bin destê terorîstan Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge biryara dirustkirina mîhwera Guwêr û Mexmûrê da û ez hilbijartim wekî Berpirsê Mîhwerê û nizanim merem jê çi buye weku Berpirsê Hêzên Pêşmerge li Mîhwera Guwêr û Mexmûr got: Barzanî balkişandiye bi serfiraziya Pêşmergeyên kevin yên her dû şoreşên Eylul û Gulanê ku rolekê herî mezin di vî şerî da hebûye û bi taybetî ji bo bilindkirina morala Pêşmergeyên genç û li wî ‬mîhwera Pêşmergeyê 18 heta 75 salî di van çeperanda heye.

Şerê me dijî terorîstane

Şerê me ne dijî çi neteweyane Sîrwan Barzanî got: Her ji destpêka şoreşên Kurdî û heta îro şerên me dijî rejîma bûye û niha jî şerê me dijî terorîstane û bi hukmê %80 ewên şerê me dikin terorîstên Erebên Sunneyên Iraqê ne. Ji ber wê yekê jî şerê me yê berdewame û dê berdewam bibe hindî dijmin me hebin.

Bîr û baweriya Pêşmerge

Cudahiyeka mezin di navbera Hêzên Pêşmerge û leşkerê Iraqê da heye, ji ber ku Pêşmerge baweriyeka mukim bi erd û welatê xwe ve heye û vê şerê ji bo mayîn û bawerî û kerameta xwe dikin. Lê belê leşkerê Iraqê nekarî bergîriyê bike û bi rojekê çar feyleqên wan ketine destên terorîstan da, her çende çekê wan bi tenê çar carê hindî hemû çekên Wezareta Pêşmerge bûye.

Di derbarê pirsgirêkên Pêşmerge yên di vî şerî da got: Eve şereke nûye ji bo Pêşmerge, ji ber ku Pêşmerge şerê deştê nekiriye û pirsgirêkeke herî mezin şerê TNT ye û behra bêhtir em wan bi destan radikîn, ji ber ku me ew çek û amûr nîne TNT ên têda rakîn û her wisa jî çekên giran li mîhwera me tûne bi tenê sê zirpoşên terorîstan me girtîne û niha nujen dikîn da şer pê bikîn û dema Pêşmerge pêşrewiyê dike, me ji dev xwe hindek dozer çêkirîne ji bo paqijkirina TNT yan.

Rizgarkirina Navçeyên Maddeya 140

Deverên derveyê Herêma Kurdistanê ewên Kurd têda akincî û di kevine ber maddeya 140 ya li gor destura Iraqê û me ew devere bi xwîna şehîdan rizgarkirîne û bi tu awayekî jî em bernadîn û di rastiyê de Iraqê serpêçiya destûrê kiriye ne çi referamdum kirîne û ne jî maddeya 140 bi cîh aniye û xelkê deverê tu xêr ji Iraqê nedîtiye ji aliyê ewlehî û leşkerî û aboriyê ve, heke Iraqê referandum divê bila kerem bike bê. Niha jî ji bo pitir parastina sînorên Herêma Kurdistanê me dest bi kolana xendekê kiriye, nêzîkî 50 km bi firehiya 3 metran û dirêjahiya wê jî wekî sînorên Kurdistanê evê di maddeya 140 da hatîne dest nîşankirin û di heman demê da hindek gundên Ereban ketine ber ji ber ku hevpişkin di gel Kurdan‮”.‬

Rola kanalên ragihandinê

Şereke tûşî me buye û dijminekê pîse û vî şerî hêza Pêşmerge li cîhanê da nasîn, belê ne bi rêka ragihandina Kurdî, birastî me çi ragihandina baş nîne ku em raya xelkê ‬bi dirustî bizanîn û ragihandina Kurdî ji bo ji derveyê Kurdistanê gelek lawaze. Di heman demê da vî şerî diyarkir ku Kurd dijî terorê ne û şer û berevaniyê ji erd û mafên xwe yên rewa dikin. Dîsan terora Da’îşê dijminekê hevpişke di navbera me û cîhanê da ji ber ku ew dijî mirovayetiyê ne.

Lê bi dîtina min ev şer di perjewendiya Kurda daye û delîveka mezine ji bo serbixweyiya Kurdistanê û divê Kurd vê derfet û delîvê ji dest nedin.‬

Hestiyartirîn Mîhwera Şer

Barzanî diyar kir ku çi aliyên siyasiyên navxweyî nebûne rêgir hember vî şerî û heke hindek muzayedata bikin ew nehezên milletê Kurdin û wan bi Kurd nahejmêrîn. Weku diyar mîhwerê Guwêr û Mexmûr bi zehmettirîn mîhwere bi taybet bi kêmiya çek ve. Kes nekarî xwe li ber şerê vê deverê ragire lê ev hêza Pêşmerge yan ku hun li vir hander bûye ji bo bêhtir parastina perjewendiya Kurdistanê û bergirîkirinêye heta îro.

Ji welatên hevpeyman bi tenê Amerîka gelek piştevaniya Pêşmerge kiriye. Lê Wezareta Pêşmerge çi giringî nedaye mîhwera Guwêr û Mexmûr û bi tenê çekê Mîlano heye.

Barzanî got: Rexneya me ya herdem ewe ku jiyara Pêşmerge xweş bibe û gelek girînge Parlemen û Wezareta Pêşmerge bi ciddî li ser vê çendê rawestin û me jî ‬gelek daxwazî ji Wezareta Pêşmerge hene û hêviya me ewe ku çalak bibe di rola xwe da û wan daxwaziyan bi cîh bîne.

Heta niha dû artêşên Iraqê li virin û zêdetirê wan Kurdin û ji wan çar sed nefer ser bi mîhwera me ne. Hîç alîkarî ji Iraqê ve ji bo me nehatiye kirin berevajî me alîkariya leşkerî li Iraqê kiriye bi çek û xwarinê.

Niha Peymana Sayks Pikot di vî warî da nema û hatina terorîstên Da’îş ev çende ji nav bir û niha dikarîn biçîn Qamişlo bêyî ku sînor hebin û Pêşmerge şer li Kobanê dike.

Şerê dijî terorê bêhtir di berjewendiya Iraqê da buye. Li welatê Iraqê rojane xelkê sivîl û bê guneh têne kuştin û tu bingeh ji bo yek rêziya Iraqê tûne û tu aramî peyda nabe ji ber ku Sunne û Şî’e yên Iraqê hevdû dikujin û Kurd jî dest ji mafên xwe yên rewa bernadin. Ji ber wê yekê baştirîn çareserî serxwebûna Kurdistane.

Back to top button