Nivîsar

Sipas PKK/PYD

Nivîskarekê kurd ji başûrê Kurdistanê behsa helwesta Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Yekêtiya Demokratîk (PYD) li hemer pêşmergeyê Kurdistanê dike û dinivîse ku, her kes li hêviyê bû dema pêşmerge ji Kobanî vedigere PKK-PYD bi daxuyaniyekê fermî sipasiya Pêşmergeyê Kurdistanê û sipasiya serokê Kurdistanê bikin û pêşmergeyên beşdarî di azadkirina Kobanî de kirî bi merasimeke bijarte ber bi başûrê Kurdistanê bi rê bikin.

Nivîskar Rizgar Kêsteyê di nivîsa xwe de ku, li malpera War de hatiyte weşandin, dinivîse:

Lê gelo ew hêza leşkerî-siyasî PKK/PYD yaku pêşmergeyê Kurdistanê bo dema heşt meha mil bi milê wan şerê DAÎŞ kirî û ew ji şikestineke mosger rizgar kirîn, çima wan her du hêzan îro weke Neaman serê xwe kiriye di bin xîzî ve û deng ji wan nahêt û di dilê wan re nahêt bi du peyvan jî sipasiya pêşmerge û serokê Kurdistanê bikin?

Em hemû li bendê bûn ku, dema pêşmerge ji Kobanî vedigere, ew (PKK/PYD) dê şahî û merasimên mezin ji bo birêkirina pêşmerge saz bikin û birêz û viyaneke mezin wan qaremanan birê bikin. Lê heyf ne bes ev yek çê nebû,  li şûna wê, peyvdarê wan hêzan got: Haya me ji zivrîna pêşmerge nebû! Diyare hevalê hevalan li pişta berê Kerr bû, lewma haya wî ji vegera pêşmerge nebû.

Nivîsakr dibêje ku ew teserifa wan hêzan kirî gelek ji rewşt û exlaqê kuredwarî dûr e û ew teserif ne sîfetê kurdan e:

Ez dê tştekî bêjim ku, ev sîfete bi çû awayî ne sîfetê kurdan e, çunkî kurd çû caran hosa nankor û pisîka çav niq nebûne. Herdem li hember qanciyê û helwestên camêrane sopasdar bûne, lewma ez carek din dibêjim sipas PKK/PYD we ji bo hemû kurdan careke din îspat kir hûn kîne  û nasnama we çiye.

Nivîskar dinivîse ku, di meha çiriya pêşîna sala çûyî de helwestekî neteweyî û dîtokî tomar kir ku, hindî dîroka miletê kurd heye dê şanaziyê pê bike. Dema Kobanî li ber ketinê bû, serok Barzanî bi bizav û xebateke mezin Amerîka û hêzên hevpeymanan razî kirin ku, li dijî DAÎŞê bi hêza asmanî piştevaniya kurdên rojavayê Kurdistanê bikin. Di heman demê de Tirkye razî kir ku, rê ji hêzên pêşmergeyê Kurdistanê re bide di nav axa Tirkiyeyê re biçin di hewra birayên xwe li rojavayê Kurdistanê:

Lê mixabin, ew hêzên siyasî û leşkerî yên pêşmerge di hewara wan çûn û metirsiya DAÎŞ li ser wan û tevaya rojavayê Kurdistanê dûr xistîn, ne bi tenê sopasdar nebûn, lê belê ji gev û daxuyaniyên xwe yên li dijî yekêtî û hevgirtina kurdan bi taybetî li dijî başûrê Kurdistanê her berdewam bûn.

Back to top button