Bedirxan

Sînemxan Bedirxan Newroza xwe li Birca Belek pîroz dike

 

Rojeva Kurd: Sînemxan Celadet Ali Bedirxan roja ji dayikbûna xwe (72 saliya xwe) û Newroza xwe dê li Cizîra Botan pîroz bike.

Li pêwendiyeke telefonî de Sînemxan Celadet Ali Bedirxan bi taybet ji bo Rojeva Kurd ragihand ku ew dê newroza xwe û roja ji dayikbûna xwe li ser axa bav û kalan li Cizîra Botan pîroz bike. Bedirxan got: Dema ez biçûk bûm 6-7 salî bûm, li gel bavê xwe ez diçûm dibistanê(li Şamê). Bavê min li rê da her roj behsa Cizîra Botan û Kurdistanê bi giştî dikir û digot: helbet emê rojekê vegerin welatê xwe. Piştî ewqas salên derbas bûyî min bawer nedikir ku ew roj dê bê. Lê dema ku min yekemcar ala Kurdistanê bi çavên xwe li Kurdistana azad de dît, êdî ez gihiştim wê baweriyê ku ew xewna me nêzîk dibe…

sinem_bedirxan_155443368.jpg

Her wiha Sînemxan Celadet Ali Bedirxan berdewamiya axaftina xwe de got: 12.02.2010 leşkerên Tirk ji Birca Belek derketin, piştî ewqas salên dûr û dirêj ezê ji nêzve biçim Birca Belek bibînim. Xwezî Bavê min(Celadet Ali Bedirxan) dayika min (Rewşen Bedirxan),birayê min (Cemşîd Bedirxan) û hevjînê min Selah Sadallah jî vê rojê bidîtan. Birastî eve xewneke her Bedirxaniyan bu ku rojekî vegerin ser welatê xwe û Birca Belek bibînin. Xewna min a ji hemûyan mezintir jî ewe ku rojekî em Kurdistana mezin bi awayeke azad bibînin û Newroza xwe, cejna netewiya xwe bi awayeke azad pîroz bikin.

Di derbarê biryara Neteweyên Yekgirtî ya Cîhanî kirina cejna Newrozê de Bedirxan got: Bi mixabinî biryara Neteweyên Yekgirtî ya cîhanî kirina cejna Newrozê (roja 23.02.2010) li nav navê welat û neteweyên ku cejna Newrozê pîroz dikin de navê Kurd û Kurdistanê tûneye. Her wiha di wê biryarê de newroz wekî cejna Farisan hatiye bi navkirin. Li vî derbarî de divê em Kurd hişyar bin û ji bo xwedî derketina newroza cejna netewiya Kurd li hemû deverên cîhanê çalakiyên medenî li dar bixin.

Hêjayî gotinêye ku roja 21.03.2010 roja ji dayikbûna Sînemxan Celadet Ali Bedirxane û îsal dê 72 saliya xwe jî li Cizîra Botan pîroz bike.

 

Back to top button