Civak

Şikandin û xera kirina mezelan tawaneke li dijî mirovahîyê ye

Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê di van çed salên dawî de gelek êrîşên şikandin û xera kirinê li dijî mezelan rûda ne.

Li Wan, Amed, Mûş, Hekarî û navçeya  Hezex a Şirnaxê , gelek mezelên PKKyîyên ku di demên cuda de hatine kuştin, bi êrîşan hatine xera kirin, hatine şikandin û têkbirin.

Li bajarê Aydin a Trkîyeyê jî hinek mezelên Elewîyan di encama êrîşan de hatine şikandin û xera kirin.

Li Mezraya Mihoka ya Nisêbîn a navçeya Mêrdînê mezelê 300 salî yê Hesen Begê Êzidî  di encama êrîşekê de hate xera kirin, hate şikandin.

Li Yolveren a  gundê  Elihê ku gundê  Êzidîyan e, di encama êrîşekê de mezelê Sara Gîn ê Pîr ê Êzidîyan hate xera kirin, hate şikandin.

Li  gereka Mara  ya bajarê Semsûrê, di encama êrîşeke li ser Mezelên Suryanîyan de kevirê mezelan  hatin şikandin, mezel hatin xera kirin.

Li Farqîn a navçeya Amedê , Cendirmeyên Dewleta Tirkîyeyê telefonî  malbatan kirin û gotin ‘’Divê hûn wan herfên q, x û w yên li ser mezelan rabikin. Heger hûn vê nekin emê mezelan ji binî ve xera bikin’’.

Di roja 19yê Çileyê Pêşîna 2017an de ji mezelên ku navê ’’Mezelên Garzanê’’ lê hatiye kirin, ku  li Gereka Oleka Jor a Bedlîsê ye, 282 mezel hatin vekirin û ji bo Stenbolê hate rêve kirin. Li  Adlî Tip a Stenbolê ji van 282 mezelan, hestîyên 261 kesan , cuda cuda xistin nava qutîyên plastîk  û li Mezelên Kîlyos a Stenbolê di bin resîfên (qaldirimên) li kêleka rê hatin binax kirin. Çend roj berê wêne û nûçeyên wan mezelan di çapemenîyê de belav bibûn.

Heger em li van êrîşên li dijî mezelan hatine kirin binerin, dê dîyar be ku êrîşên pilan kirîne û  hinek netew û dîn û mezheb ji xwe re kirine armanc. Çawa ku mafê jiyanê mafekî esasî yê her mirovî ye, herweha, mafê herkesekî heye ku li gorî bawermendîya xwe bê binax kirin.

Êrîş kirin û xera kirina mezelan, berîya her tiştî, binpê kirina hemû nirxên vîcdanî, însanî û olî ne, tune hesibandina hemû nirxan e.

Êrîş kirin û xera kirina mezelan, herweha li gorî qanûnên Dewleta Tirkîyeyê û li gorî hiqûqa navnetewî jî sûc e.

Dewleta Tirkîyeyê divê faîlên van êrîşên li dijî mezelan bibîne û wan  bigire; ev wek dewletekê berpirsyarîya wê  ya esasî ye. Divê Dewleta Tirkîyeyê hemû tedbîrên pêwîst bistîne da ku êrîşên nû li dijî  mezelan rûnedin.

Şikandin û xera kirin û texrîb kirina mezelan tawaneke li diji  mirovahîyê ye.Em van êrîşan rûreş dikin. 23.05.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button