Cîhan

Sibê Îspaniya cîyê xwe li Kurdistanê xweş dike

Daban Şedele nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê li Îspaniyayê di daxuyaniyekê de bo malpera hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand ku roja duşemiyê, sibê, konferensa salan ya abûrî ya navbera herêma Kurdistanê û Îapaniyayê dê li Hewlêrê bê saz kirin.

Nûnerê hikûmetê yê li Îspaniyayê got ku, ji bona xurtkirina têkeliyên abûrî bi cîhanê re, her sal welatê Îspaniya sê konferensên abûrî li sê welatên cîhanê saz dike.

Daban Şedele di berdewamiya daxuyaniya xwe de got ku, welatê Îspaniya, ji bon aku zêdetir têkeliyên xwe yên abûrî û bazirganê bi herêma Kurdistanê re xurt û berfireh bike, dê yek ji konferensên xwe yên abûrî li herêma Kurdistanê saz bike

Nûnerê hikûmetê ew hek jî diyar kir ku di konferensê de dê berprisê bazirganî û învestkariya derve yê ser bi wezareta bazirganî ya hikûmeta îspanî, 60 şirket û kompaniyên sermayerazandinê yên îspanî, zêdetir ji 120 karsaz û kompaniyên herêma Kurdistanê û berpirsên hikûmeta îspanê û Kurdistanê beşdar bin.

Daban Şedele nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê li Îspaniyayê got ku ew kopaniyên îspanî dixazin di warê; zîraet, pîşesazî, tendirustî, enerjî û kareba, neft û gaz, torên av û avrêjan û bînasazîyê de li herêma Kurdistanê kar bikin.

Back to top button