Hevpeyvîn

Şêxmûs: Şerê PYDê û Beryê Nusre li ser neftê ye ne meseleke netewî ye

Omer Şêxmûs endamê damexrênerê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê û siyasetmedarê naskiriyê rojavayê Kurdistanê di hevpeuvîneke xwe de digel malpera Xendan behsa rewşa rojavayê Kurdistanê dike û dibêje ku, pêkanîna hikûmeta rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê ve karekî namaqûl û ne rêalîstî ye. Şêxmûs dibêje ku, şerê PYDê û Beryê Nusre li ser bîrên neftê ye ne meseleke netewî ye û dibêje ku, wî goman li ser hebûna komkujiya li dijî gelê kurd ya ku, PYD behis dike heye:

          Her ji roja yekem diyar bû ku, PYD amade nebû têkeliyên xwe digel Beşar Esed qut bike û bibe endam di nav Encumena Nirştimaniya Kurd li Suriya. PYD rêxistineke siyasiyî û serbixwe nîne, ew beşek ji Patiya Karkerên Kurdistanê û Qendîl biryarê li ser siyaseta wê dide. 

          Bilihevhatin digel Îran û Suriyeyê deverên kurdan teslîmî PYDê kirin û 1500 çekdarên PKK ji Qendîlî ji bo bihêzkirina PYDê çûn Suriyeyê û çekê giranê PYDê ji aliyê rijêma Esed ve tê dabîn kirin.

Şêxmûs dibêje ku, armanca Îran û Suriyeyê ji vê pêngavê gelek diyar û eşkere bû, ew jî dûrxistina hêzên opozisyona surî ji deverên kurdan bû bi tyabetê di demekî de ku, Tirkye û  dewletên rojava pilan dikir herêmeke dijefirîn li herêma Kurdan damezrînin:

          PYD kete nav opozisyona ser bi hikûmeta Suriyeyê (Heyet Tensîq) ve bi hêceta ku ne ser bi hikûmetê û ne ser bi opozisyonê ve ne. Û bi navê wê yekê ku ew deverên kurdan diparêzin rê ne da tu hêzên din yên kurdî xwe çekdar bikin yan jî bi awayekî azad û demokratîk karên xwe yên siyasî bikin.  PYDê siyaseta tirs û revandinê li dijî hêzên din yên kurdî bikar anî. Çend serkirdeyên kurd kuştin. Baregayên partî û aliyên din şewitandin. Û tawana mezin li Amûdê di hezîrana îsal de bi kuştina 6 xurtan, 16 hevawelaiyêm sivîl girtin û 100 xwepêşandan îşkence dan.

 Omer Şêxmûs dibêje:

Weke ez agadar im wan şeran tu peywendî bi pirsa netewî ve nîne, lê ew li ser kontirolkirina bîrên neftê yên li ser sînor in. Ew zaniyariyên li ber destê me ne, Bereyê Nusre (Cebhetul Nusra) ji bîrên neftê yên li Hebsiye û Dêrezûr û PYD jî ji bîrên Romêlan û Tilkoçer neftê bi hikûmeta Suriyeyê  difiroşin. Ev şere ziyan û zirareke mezin digehîne pirsa kurd û opozisyna surî û bi tenê rijêma surî ji wî şerî qazanc dike.

Back to top button