Civak

Şêx Zeynî di salvegera mirina xwe de hate bibîranîn

Duh ( 06.10.2010 ) Zeynel Abîdîn Ozalp bi navekî dî Şêx Zeynî li goristana Asrî ya Cizîrê ji aliyê dost û heval û malbatên Ozalp û bi girseyekî qerebarixê ve hate bibîranîn.

Di bîranînê de kesên wek ; Serokê Baroya Şirnexê Newşîrvan Elçî, Siyasetmedarên Kurd Sertaç Bucak, Hamît Kiliçarslan,Mihemed Alî Dinler,Mamosta Bahaddîn Alkan,Gazî Daş, Îbrahîm Güçlü, Emîn Kardaş û endamên Lêgerîna Kurdên Demoqrat û alîgirên PDK-Bakur amade bûn.

Di bîranîne de Mihemed Alî Dînler  di derhaqa Şêx Zeyniyê de hêst û ramanên xwe û behsa xebatên Kurdewariyê Şêx Zeynî anî zimên.


Zeynel Abîdîn Özalp – Şêx Zeynî

 

 

Zeynelabidîn  Özalp di sala 1952an de li Cizîra Botan hate dinyê. Dibistana pêşîn û navîn li Nisêbînê ya ziraetê jî li Mêrdînê xwend. Piştî xwendina xwe weke teknîkerê ziraetê dest bi memûrtiyê kir.

Di vê navbênê de pêwendiyên wî bi hevalbendên PDKT re çêbû û beşdarî nav xebata siyasî û rêxistinî ya PDKT bû. Piştî sala 1977an ku partiyê xebata xwe weke PDKT /KUKê berdewam kir, Zeynelabidîn jî weke berbirsiyarekî herêmî xebata xwe da domandin. Di nav xelkê de bêtir weke Şêx Zeynî, Memo û Lezgîn dihate nas kirin.

Şêx Zeynî, piştî darbeya 12ê îlona 1980ê derket dervî welêt. Demekê li Binyaxetê û Kurdistana Başûr weke kadirekî birêvebir xebata xwe meşand. Herweha ew gelek caran derbasî Bakurê Kurdistanê bû û hewl da ku xebata xwe ya siyasî û rêxistinî li nav welêt bidomîne.

Piştî demekê, ew û malbata xwe weke penaberên siyasî li Swêdê cîwar bûn. Lê wî têkiliyên xwe ji welêt nebirî û hergav hewl da ku xebata xwe ya siyasî li nav welêt bidomîne.

Şêx Zeynî çi di dema li Rojhilata Navîn bû, çi jî di dema li Ewropayê bû, beşdarî nav gelek xebatên hevbeş û yekitiyan bû û di nav yekitiya PYSKê ku ji pênc rêxistinan pêk hatibû jî cih girt.

Şêx Zeynî di 6ê Meha Mijdara 2009 an de, li Stokholmê bi bûyereke dilêş jiyana xwe ji dest dabû.

Back to top button