Kultur

Şêx Qutbedîn Korikî kiye?

Li Stenbulê nawenda Weqfa Kurdî semînerek li ser jiyan û berhemên Şêx Qutbedîn Korikî pêkhat. Lêkolîner û nivîsar Zeynel Abidîn Zinar li ser jiyan û behemên Şêx Qutbedîn agahdarî dan. Ev deqê axavtina Zinar e li semînerê de.


ŞÊX QUDBEDÎN KORIKÎ
 (1916-1979)

Bêguman Medreseya Kurdî gelek zanayên bi navûdeng derxistiye qada jiyanê û wan kiriye malê dîrokê.

Yek ji rewşenbîrên Kurd ê Sedsala Bîstî ku berhemê Medreseya Kurdî bûye, ŞÊX QUDBEDÎN KORIKÎ ye.
 
Şêx Qutbedîn di 1916an de li gundê Korikê hatiye dinyayê û di 1979an de jî li Êlihê çûye ber dilovaniya Xwedê, li goristana Korikê, li kêleka gora bavê xwe Mele Brahîm hatiye veşartin.

Di dawiya salên Çilî de dema Êlih bûye bajar, avahiyek bi navê ”Qereqola Cendirmeyan” jî, lê hatiye avakirin. Îcar ji ber ku li wê deşta Bişêriyê kevir nebûne, cewndirme çûne gundê Korikê û hemû zilamên gundî her yekê ker an hespa wî jî pê re, birine goristanê û kêlikên goran dane rakirin, li wan heywanan bar kirine û birine pê dîwarê qereqola xwe dane çêkirin. Bi wê kiryara cendirmeyan gelek gorên kesên xuyanî wenda bûne û kes niha nizane kîjan gor a kê ye.

Desthelatiya Tirkiyê, navê vî gundî jî guhartiye û bi tirkî danîne Aydinkonak.

Dema Şêx Qudbedîn koça dawîn kiriye, li pişt xwe gelek helbest û nivîsên babetcihê, mizgeftek û gelek şagirdên ku li ba wî xwendine hiştine. Herweha çar kur û du keçên wî hene. Kurên wî ev in: Mele Fexredîn, Seyîd Umer, Seyîd Elî û Seyîd Ebdulah.

Dema Şêx Qutbedîn hatiye dinyayê, gundê wî Korik girêdayê bi bajarê Elmedînan ve bûye. Lê ew bajar ketiye ber lehiya çemê Batmanê û ji ruyê erdê hatiye malandin. Piştî derketina Petrolê li herêmê, refine li navrsta gundê Êlihê hatiye avakirin û pêre pêre ev gund bûye bajarekî mezin, navê çemê Batmanê jî lê hatiye danin.
Ev gundê Şêx Qudbedîn jî, niha bûye taxek ji taxên Batmanê.

          1- Şêx Qutbedîn kurê Mele Brahîmê Korikî ye.
 
Çar kur û du keçên Mele Brahîmî hebûne:
a)    Kurê mezin Mele Ebdulkerîm, (meletiya gundê Tilmercê kiriye)
b)    Mele Muhemed Emîn (meletiya gundê Cegeluyê kiriye)
c)    Mele Bawedîn (Behaedîn) (meletiya gundê Mozgelanê kiriye) û
d)    Kurê herî piçûk Şêx Qutbedîn jî bi gundê Korikê hatiye naskirin.
Gora Mele Brahîmê niha li Korikê ye.

              2- Mele Brahîm kurê Şêx Osmanê Korikî ye.

Şêx Osman dema çûye Hecê, li bajarê Mekeyê çûye ber dilovaniya Xwedê û gora wî li Cenetûlmuella, nêzê gora Xedîcet-ul Kubrayê ye.

3-    Şêx Osman kurê Şêx Zade ye ku niha gora vî zatî jî li Korikê ye.

4-    Şêx Zade kurê Şêx Mihemedê Bagasî ye ku bi Şêx Muhemedê Serebayî hatiye navdarkirin.

5-    Şêx Mihemedê Bagasî jî kurê Şêx Zade ye.

6-    Şêx Zade jî kurê Şêx Emer e.

7-    Şêx Emer kurş Şêx Xelîl e.

8-    Şêx Xelîl jî kurê Seyîd Şêx Ebu Qasim Muhemed Bûb-il Kas (Bûb) e. Gora Şêx Ebu Qasim niha li gundê Bagasê ye. Ev gund jî, niha girêdayê bi navçeya Kercewsê ve ye.

Ha ev azbata ku behsa wê hate kirin, çendî ku peyrewê rêçika Nexşebendî ye û wek ”seyîd” tê nasîn herweha ji Mala BÛBÊ KAL e jî, lê belê zêdetir  wek ”seyda” ango dersdar têne naskirin.

Mele Brahîmê bavê Şêx Qutbedîn, çendî ku xelîfeyekî rêçika    Nexşebendî jî bûye, lê belê zêdetir wek ”Mela” hatiye binavkirin, ji ber ku wî jiyana xwe hemû bi melatî û dana dersan re bihurandiye.

Îcar biyarê wî Şêx Mistefayê jê piçûktir, xelîfeyê Şêx Mihemedê Zîlî bûye. Gora Şêx Mihemedê Zîlî niha li gundê Zîlanê ye ku nêzê pira Mala Badê dimîne. Lê mixabin Şêx Mistefa di cuwaniya xwe de û bê ku zewicî be, çûye ber dilovaniya Xwedê, gora wî jî niha li Korikê ye.

Şêx Qutbedîn mirovekî şêrîn, xeberxweş û xuyxnerm bûye; ew zêdetir bi aqilmendiya xwe menşûr bûbû; pêşerojê didît û pir zêde girêbestê tesewufê bûye. Delîla vê yekê jî, ev e ku wî hemû zarûkên xwe dane xwendin.

Ev malbat, ji berê ve xwe daye riya Xwedê; tenê ders dane feqiyan û xizmeta olî kirine. Ji ber hindê ye ku ew ne dewlemend û ne jî bûne xwediyê gund û bazirgantiyê.

Destpêka xwendina Şêx Qutbedîn, pêşî li ba bavê wî çêbûye û di Medreseya bavê xwe de domandiye, bê ku Xwendina Rêzê kuta kiribe, ewî birine leşkeriyê.

Dema Qutbedîn leşker bûye, bavê wî Mele Brahîmê çûye ber dilovaniya Xwedê û wî bavê xwe nedîtiye. Piştî hatina Qutbedîn ji leşkeriyê, îcar xwendina xwe li ba dersdarê navdar gorbihişt Mele Hesenê Tilmizî domandiye. Qutbedîn hêj Xwedina Rêzê neqedandiye, dersdarê wî Mele Hesenê Tilmizî jî çûye ber dilovaniya Xwedê.

Îcar Qutbedîn çûye ba dersdarê bi navûdeng Mele Fexredîn û li gundê Basorkê xwendiye heta ku Xwedina Rêzê qedandiye.

Piştre  Qutbedîn bûye evîndarê Rûçika Nexşebendî û çûye Cizîra Botanê, li ba Muhemed Seîdê ku bi navê Şêx Seyda menşûr bûbû, emel kiriye heta ku destûrnameya Medresê, hem jî ya Rêçika Nexşebendî wergirtiye.

Korika gundê Şêx Qutbedîn û Basorka gundê Şêx Fexredîn pir nêzê hevûdu ne. Dema yek ji van şêxan derdiket ”îrşad”ê, yê din jî pê re diçû û tevî feqiyên xwe li gundên herêmê digeriyan, bi sofiyan ”xitme” û bi gundiyan jî hin caran ”tewace” (teweccuh) didane kirin.

Şêx Qutbedîn Korikî, gelek caran çûye herêma Wan û dormedarê Uzalpê, li gundên wek Mele Hesena Jorî, Mele Hesena Jêrî, gundê Gulmihemed û hin gundên din  irşad daye kirin.

Tê gotin ku Şêx Qutbedîn xwespartîya (wekaletname) Nexşebendîtiyê  jî daye çend kesan.

Şêx Qutbedîn baniyê mizgefta Yêldizê ye ku niha yek ji mezintirîn mizgefta bajarê Êlihê ye.

Şêx Qutbedîn ev mizgeft di erdê xwe de û pêşî bi diravên xwe, ava kiriye.

Herweha Şêx Qutbedîn gelek helbest bi zimanê kurdî, hin ji wan li ser şêxê xwe û hin jî li ser jiyana giştî nivîsîne.

Şêx Qutbedîn pirtûkek bi erebî li ser Menaqibên şêxê xwe gorbihişt Şêx Seyda nivîsiye.

Şêx Qutbedîn di helbestên xwe de nasnavê Xakî bi kar aniye û bi kêşa Faîlatun, faîlatun, feûlun herwekî kêşa Memozîna Ehmedê Xanê û Mewlûda Kurmancî ya Melayê Bateyî, bi yazdeh kiteyan honandine.

Di helbestên Şêx Qutbedîn de, zimanekî pir xweş, kurmanciyeke zelal û rewan hatiye bikaranîn. Lê ji ber ku naverok bi giranî olî ye, tê de peyvên bi zimanê erebî û farisî jî hatine bikaranîn. 

Gelek caran jî nemir Şêx Qutbedîn, Şêx Evdirehmanê Axtepî bo xwe kiriye mînak û weha gotiye:
”Wekî Şeyxê Aqtep me go çend kelam…”

Piraniya helbestên di vê pirtûkê de, wek nivîsende ji aliyê Mele Celalê kurdê Mele Bawedîn ve bi destxeteke cuwan û dîsa bi elîfbêtika erebî hatine nivîsandin.

Mele Celal miftîtiyê xanenişîn e, hem birazî û hem jî zavayê Şêx Qutbedîn e.

(Di pirtûkê de ji bil beşa ewil, 402 malikên durêzî û 18 malikên pêncrêzî hene.)

Di pirtûkê de nivîsa bi tîpên erebî li aliyê rastê û ya bi tîpên latênî li aliyê çepê hatine bicihkirin. ’

Yên li aliyê rastê weha hatine bicihkirin:
BEŞ I: Du helbest
BEŞ II: Eqîde
BEŞ III: Destûrnameya Medresê
(Ev destûrname ji ber ku bi zimanê erebî ye, wergera wêa ya kurdî nehatiye kirin)

BEŞ IV: Destûra Rêçika Nexşebendî û duyemîn car nivîsa Destûra Rêçika Nexşebendî.
(Ev herdu jî, ji ber ku bi zimanê erebî  ne, wergera wan ya kurdî nehatiye kirin)

BEŞ V: Destûrnameya Delîl-ul Xeyratê ya Şêx Qûtbedîn.
BEŞ VI: Du belgeyên girîng ên destnivîsa Şêx Qutbedîn.
(14 rûpel nivîsa Destûrnameya Medreseya Kurdî ya Şêx Qutbedîn ku bi zimanê erebî ne, di 22 Rebiulaxira 1375an de hatiye amadekirin. Ev destûrname bi îmzeya Şêx Seydayê Cizîrî û Mele (Seyîd) Eliyê Findikî hatiye pesendkirin. Piştre  Destûrnameya Rêçika Nexşebendî ya Şêx Qutbedîn ku ew jî bi zimanê erebî ye û di 12 Zilhiceya 1378an de ji aliyê Şêx Seydayê Cizîrî ve hatiye dayîn. Piştî van hedru berheman îcar Destûrnameya Delîl-ul Xeyrat a ku di 1963an de Şêx Qutbedîn wergirtiye ku ev jî bi zimanê erebî ye, ji alyê Mele Yaqûb ve hatiye dayîn. Ev hersê destûrname jî, ji ber ku bi zimanê erebî ne, pêdiviya ku bibin kurdî hehatiye dîtin.

Ev belgeyên ku behsa wan hate kirin, ji bo ku berze nebin û wek belgeyên dîrokî bimînin, di vê nusxeya me de bi rengê xwe yê orijinal hatine weşandin.

Di dawiya pirtûkê de çend wêneyên Şêx Qutbedîn û hin wêneyên kesên din û yên goran cih girtine.

S E L W A  Ş E P A L
Ez ê li virê helbesteka Şêx Qutbedîn ji we re bixwînim.

Ev helbest di rengê helbesta Melayê Cizîrîç ya ku dibêje: Min dîbi xef şahê Mecer… de hatiye honandin.
Helbest bi 12 malikên çarîne  hatiye avakirin. Nikla wê pir xweş e, bi kêş û qafiye ye û rewantiya wê lihevhatî ye.
                                                      
Min dî bi xef, weqta seher
Selwa Şepal, zêrînkemer
Meşya di burcê hate der
Ker kir dilim, ev reng ciger

Remzek ji çeşmê nazenîn
Da cerg û qelbê min hezîn
Ceryan kirin jê av û xwîn
Nalîn ji min çûn bê qeder

Hat dilbera burhên hilal
Çeşmê belek, gerdenxezal
Qeştin li dêman bûne hal
Wechê mudewer wek qemer

Cerg û hinav têk herişand
Sedr û dilim dax lê kişand
Ser ta qedem têk perişand
Rûhim ji qalib hate der

Can û ciger tev bûn birîn
Ey dilbera re´na şêrîn
Ihsan bike halim bibîn
Perd û nîqab rake ji ser

Hatî temaşa min ji dûr
Nêrî, ku qelbim tev qusûr
Qlb ker kir û hem pare hûr
Ateş û xwê danî li ser

Şemlên di reş, teşbîhê mar
Çîn-çîn li dêm, biskê diyar
Wan dane dil işqa xedar
Dad û meded, mam bê mefer!

Dax kir li min cerg û hinav
Zendbazinan, dêm lê xunav
Zulfxumriyê misk kir belav
Bayê Nesîm Weqta Seher

Hêsîr kirim şêrînlebê
Suhtim bi şewqa xebxebê
Tîr dane dil roj û şebê
Lew pare-pare bû cîger

Tîrê ji qewsê, enber e
Sedr û hinav kir mecmer e
Qelb de vekir sed pencere
Ah û fixanim têne der

Seyr kir li min b´zewq û surûr
Di qelb de ku dî derdê di kûr
Yek-yek kirî jê taremûr
Enber û misk danî li ser

Şehzadeya nazikqeba
Hatî bi lez, teşbîhê ba
Go: Xakiyêm sed merheba!
Qewlen, fesîhen, mu´teber

Gorbihişt  Şêx Qutbedîn û bavê min (Mele Ebdulah Gundikî) hevalên hevûdu yên xwendinê bûne.

Şêx Qutbedîn pir hes ji min dikir û dema ku wî ez didîtim, navê min hilnedida û digot birazî.

SERPÊHATIYA MIN Û ŞÊX QUTBEDÎN:

Sal 1976-77 rojekê Şêx Qutbedîn gote min: ”Birazî va ye diyanetê emir kiriye ku xutbeya roja înê bi zimanê tirkî were xwendin, ez jî bi tirkî nizanim û zarûkên min jî li xwendinê ne. Tu rojên înan were li mizgeftê xutbe bixwîne, yên mayî ez dikarim bimeşînim.”

Piştî wê gotina Şêxê gorbihişt, min demek dirêj di rojên înan de xutbe li mizgefta wî xwend heta kurê wî gorbihişt Seyîd Umer xwendina xwe kuta kir û hat Êlihê.  

 

Rojevakurd/Stenbul

Back to top button