Cîhan

Serokwezîrê Swêd li li Kurdistanêye

Serokwezîrê Kurdistanê li pêşwaziya serokwezîrê Swêdê

Serokwezîrê Swêdê Stefan Löven, êvariya roja duşemê 24.10.2016ê, gihişte bajarê Hewlêrê û li balefirxaneya Hewlêrê ya navdewletî ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.Serokwezîrê Swêdê û şandeya pê re di vê serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de dê digel Mesud Barzanî serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bicive û çend mijarên giring weke; alîkarîkirina Herêma Kurdistanê di warê leşkerî û însanî de, cenga dijî terorîstên DAÎŞê û têkeliyên navbera Swêd û Kurdistanê gotûbêj bikin.

Weke tê zanîn her ji destpêka êrîşa terorîstên DAÎŞ bo ser Herêma Kurdistanê, welatê Swêd di warê meşiq û rahînanên leşkerî û alîkarîkirina koçber û penaberan de hevkariya Herêma Kurdistanê dike û alîkaruyên wê berdwam in.Di merasima pêşwazîkirina serokwezîrê swêdê û şandeya pê re re, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, Kerîm Şingalî wezîrê navxwe û karûbarên pêşmerge bi wekalet, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve û Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmetê amade bûn. 

Back to top button