Cîhan

Serokwezîrê nû yê Swêdê kî ye

Di hilbijartina parlamantoya Swêdê de serokê Sosyaldemokratan Stefan Löfven mîna serokwezîr hate hilbijartin. Parlamentoyê wiha deng da:132 erê, 49 na û 154 bêdeng Stefan Löfven dibe serokwezîrê nû yê Swêdê. Lê gelo Löfven kî ye, xwedanê çi helwestê ye û çi cudahiyên wî ji serokwezîrê berya wî, Fredrik Reinfeldt çi ne? Şîrovegerê siyaseta hundir yê Radyoya Swêdê Tomas Ramberg dibêje: – Di navbera îmaja Stefan Löfven û Fredrik Reinfeldt de ferqeke mezin heye û mirov dibîne ku ew ji du çînên civakî yên cuda tên. Mirov di Fredrik Reinfeldt tîne der ku wî ji xortaniya xwe ve xwe fêrî gotûbêjên siyasî kiriye. Lê Stefan Löfven zilamekî sendîkayî ye û vê dawî ji dil xwe avêtiye nav siyasetê. Di sekn û ûslûbê wan de ev tê dîtin, lê bi min tesîreke vê wê li ser naveroka siyaseta hikûmetê nebe. Ya esasî li wir hin quwetên din in. Hem Fredrik Reinfeldt hem jî serokwezîrên berê yên Sosyaldemokrat û piraniya siyasetmedarên Swêdê di ciwaniya xwe de di nav yekîtî û komeleyên ciwan de cî girtine. Lê Stefan Löfven ne wisa ye. Cara pêşî di 2012ê de wextê ku Håkan Juholt ji serokatiya Sosyaldemokratan hate danîn û Stefan Löfven di dewsa wî de hate diyarkirin ew bi temamî bû siyasetmedar. Heta hingî ew di desteya birêvebir ya Sosyaldemokratan de bû, lê di heman demê de serokê sendîkaya IF Metall bû. – Dezavantaja wî di destpêkê de wê ew be ku ew karê praktîkî, teknîkî û taktîkî yê di parlemanê de nas nake. Ji aliyê rikberan ve ev kêmasî mîna zeîfiyek tê bi kar anîn, lê bi min ev tiştekî miweqet e. Di nav Sosyaldemokratan de bi çavekî erênî û biîtîbar li paşxaneya sendîkayî tê nêrîn. Belê, Stefan Löfven di piraniya jiyana xwe de xebata sendîkayî kiriye, lê wî jî hêj di xortaniya xwe serê xwe bi siyasetê êşand û li bajarokê Sunnersta li bakurê Swêdê komeleyeke ciwanan çêkir û piştre bû serokê wê. Stefan Löfven li Stockholmê çêbûye, lê li bakurê Swêdê li Ådalen di zirmalekê de mezin bûye. Di bernameyeke bi Televîzyona Swêdê re Löfven digo; vê yekê, mezinbûna ne bi dêûbavên xwe lê di nav malbateke din re, wisa kiriye ku ew di nav xebata siyasî de cî bigre û qîmetê dilsozî û bihevrebûnê bizane: – Diya min nikarîbû xweyî li min derkeve, loma civakê berpirsiyartî girte ser xwe da ku ev lawikê biçûk bibe xwedî mal. Malbateke din 55-60 mîlî ji me dûr got ez ê guh bidimê. Destê xwe dirêjî min kirin, civakê jî destek da wan da ku li zarokekî binêrin, û ji bo min ev nîşaneke bedew ya dilsoziyê, yekîtiyê ye ku em tev de li hev xwedî derkevin. Tesîra vê ya li ser min pir xurt e. Di 25 saliya xwe de Stefan Löfven dest bi karê qeynaxkirina hesin dike û dikeve nav xebatên sendîkayê de. 20 salan piştre ew bû serokê sendîkaya IF Metall. Weke serokê sendîkayê gelek caran wî ji bo mafê karkeran bi şefên endustriyan re muzakere dikir. Şîrovegerê siyaseta hundir yê Radyoya Swêdê Tomas Ramberg dibêje ev tecrûbeya danûstandinê şopa xwe li ser siyaseta Löfven jî kiriye: – Ew fêr bûye ku giregirên sendîkayan dikarin bi giregirên bazirganiyê re li hev werin. Di gotûbêjên wiha de di destpêkê de mirov nelihev e, lê paşê digihe peymanekê. Lê di siyasetê de ne wiha ye, hem di destpêkê de hem jî di dawiyê de mirov piraniya caran li hev nayê. Yanî dibe ku Löfven ji rastiyê xweşbîntir be û bawer bike ku heman rêbazên di sendîkayê de li vir jî dikarin derbas bibin. Hêj nayê zanîn bê Stefan Löfven weke serokwezî wê çi pirsan bide pêş, lê bi baweriya Ramberg, Stefan Löfven wê ji Reinfeldt bêhtir giringiyê bide firotana derveyî, ango îxracatê. – Dibe ku ecêb be lê Stefan Löfven yê Sosyaldemokrat zilamekî endustrî û sanayîyê ye. Ew fêr bûye di wan çarçoveyan de bifikire. Ji bo vê ye ew dixwaze bihayê ceyranê were nizim kirin û rê li pêşiya îxracatê were xweşkirin. Beşîr Kavak/Zayele

Back to top button