CîhanDosya

Serokwezîrê Kurdistanê û yê Holanda civiyan

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê  li Davosê tevî Mark Rotte Serokwezîrê Holandayê civiya.Rotte bi xuya kirina kêfxweşiya xwe ji bo vê hevdîtinê behsa serdana xwe ji bo Hewlêrê kir, dema ku Herêma Kurdistanê li şerê dijî DAIŞê de bû.Herwiha pêdagirî li ser berdewam bûna alîkarî û piştîvaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ku diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê û karên komîtên hevbeş encameka baş ji bo çareser kirina pirsgirêkan hebin.Nêçîrvan Barzanî spasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo alîlkarî û piştîvaniya leşkerî û mirovî yên gel û Hikûmeta Holenda li dema şerê dijî DAIŞê nîşan da.Her wiha got: Raste ku DAIŞ li warê leşkerî ji nav çûye, lê hizra tundiyê her maye û divê ji bo nav birina vê bi cidî kar bihê kirin.Serokwezîr Barzanî kurtiyek derbarê diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê xiste berşav û xuya kir Herêma Kurdistan li dû çareseriyê digere û diyalogê bi derfetaka baş  ji bo çareseriyê û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê dizane.Ev yeke jî got ku çareser kirina pirsgirêkan bandoreka erênî li ser hilbihartinan heye û dikare hinek pirsgirêkan berî hilbijartinan û hinkan jî piştî wê çarerser bike.Her du aliyan her wiha behsa kongire ya avedan kirina Îraqê kirin ku biryar e li Kuwêtî bihê sazkirin.Serokwezîr di vî warî pêdagirî li ser giringiya pişkdariya Herêma Kurdistanê di vê kongrê de kir, ji bo vê yekê ku bikaribe wek zirarmendê şerê dijî terorê ji bo avedaniyê sûdmend bibe.Li dawiyê jî behsa têkiliyên navbera Holenda û herêma Kurdistanê kirin û di vî warî de rola Konsulxaneya Holenda li Hewlêr giring nirxandin.Qubad Talebanî Cîgrê Serokwezîr, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê û Felah Mistefa Berpirsê têkiliyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê civînê de berhev bibûn. 

Back to top button