Cîhan

Serokwezîrê Kurdistanê konsulxaneya Poloniyayê vekir

Îro roja yekşemiyê (24.06.2012), Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistan û Radosław Sikorski wezîrê derve yê Polonoyayê, bi amadebûna Karl Bildt wezîrê derve yê Swêdê û Nikolay Meladenov wezîrê derve yê Bulgaristanê, ofîsa konsulxaneya Poloniyayê li herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, vekir.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ev pêngava hikûmeta Poloniyayê bilind nirxand û bi vê minasebetê, minasebeta vekirina ofîsa konsulxaneya Poloniyayê li Hewlêr, Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li wezîrê derve yê Poloniyayê kir û hêvî kir ku, vekirina konsulxaneya polonî li Hewlêrê, ji bona xurtkirin û berfirehkirina têkeliyan di navbera herdu aliyan de, di hemû waran de, rêxweşker be.

Sefîrê Poloniyayê yê Îraqê, hijmareke wezîrê hikûmeta Kurdistanê û konsulus û diplomatkarên biyanî jî di merasim avekirina ofîsa konsulxaneya Poloniyayê li Hewlêrê amade bûn. 

Back to top button