CîhanPolîtîk

Serokwezîrê Kurdistanê gihişt Fransayê

Şandeyeke balaya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 01.12.2017ê, bi serdaneke fermî û li ser vexwandina serokê Fransayê gihoştine Parîsê.Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re ku, ji Qubad Talebanî cîgirê serokwezî, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê û Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmetê pêk tê, sibe roja şemiyê 02.12.2017ê li Koşka Elysseyê ji aliyê Emanuel Macron serokê Fransayê ve tên pêşwazî kirin û li ser nirxandina rewşa Kurdistan, Îraq û herêmî û têkeliyên navbera Hewlêr û Parîsê bicivin.Hikûmet û gelê Fransayê têkeliyên dêrîn digel Herêma Kurdistanê hene û hertim di qonaxên cuda da, Fransayê bi berdewamî piştgirî û hevkariya gelê Kurdistanê kiriye. Li ser dema serokê Xwedêjêrazî Fransçois Mitterrande û bi taybetî di dema derxistina biryara Civata Ewlekariya Navdewletî ji bo destnîşankirina herêma Dijefirîn ji bo parastina gelê Kurdistanê di sala 1991ê de, hikûmeta Fransayê roleke bi bandor hebû.Di dema cenga dijî rêxistina terorîstiya DAÎŞê de, Fransa gelek piştevanî û hevkariya pêşmerge kir û hîngê serokê berê yê Fransayê François Hollande du caran serdana Herêma Kurdistanê

Back to top button