Cîhan

Serokwezîrê Kanadayê Newroz pîroz kir

 

Piştî rayedarên Ewropa û Amerîkayê, Serokê Kanadayê Justin Trudeau jî bi peyamekê Newroz pîroz kir.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau, bi Kurdî û bi gotina ‘Newroz pîroz’ Newroz pîroz kir.

Trudeau, di pîrozbahîya Newroza gelê Kurd û gelên Arî de bal kişand ser xwepêşandanên ku piştî mirina Mahsa Jîna Emînî li Îranê dest pê kirin. 

Serokwezîrê Kanadayê, ku li ser hesabê xwe yê Twitterê vîdeoyek parve kir, daxuyanîyek nivîskî weşand. Trudeau got: “Ev sal ji bo Îranîyan, nemaze ji bo jinan, ku daxwaza rêzgirtinê ji maf û azadîyên xwe yên bingehîn re dikin dijwar bû”. Werin em Newrozê wek fersenda ku bi hêvî û geşbîn li pêşerojek baştir binerin, pîroz bikin. Ez bang li her kesên li Kanadayê dikim, gelek civakên ku Newrozê pîroz dikin û keda wan a girîng ji bo welatê me çêbûye bi bîr bînin”.

Back to top button