Civak

Serokwezîr serxweşiya Mandela kir

Di derbarê koça dawî ya Nelson mandella, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek belav kir.

Ev deqê daxuyaniyê ye:

“Me mezintirîn alîgirê demokrasiyê, bêhnfirehiyê û aştiyê ji dest da

Îro cîhanê serokekî siyasî yê mezin ji dest da, serokek ku demokrasî û aştî ji bo wî ji jiyana wî ya şexsî ya ku di zîndanê de bi heder çû, girîngtir bû.

Mixabin me xebera wefata Nelson Mandela bihîst. Mandela sembola xebatê bû bo rûmeta mirovahiyê, wekheviyê û hesta dadweriyê.

Her çiqas derfeta serdana Kurdistanê bo Mandela nehat pêş lê wî gellek caran hesta xwe ya bihêz bo doza kurd anîbû ziman. Mandela di wê baweriyê de bû ku xebat û doza me ya rewa xebatek cîhanî bû. Me jî hest dikir ku gellek tiştên me û Mandela yên hevbeş hene. Em alîgir û piştevanê lêborînê, bêhnfirehiyê, çareseriya dûr ji tundiyê û binecîhkirina rastî û lihevanîna wî bûn.

Mandela ji bo me bîrhênerekî mezin bû ku mirov dikare salên wî yên li zîndanê û zorî û zehmetiyên wî bike hêzeke bêhempa bo berjewendiyên giştî yên civakê, rûmeta mirovahiyê û çavkaniyeke nû ya îlhamê.

Derseke herî mezin a ku ez ji jiyana Mandela fêr bûm ew bû ku divê mirov bêedaletiyê bibîne û rijd be li ser başkirina rewşa mirovahiyê di paşerojê de.

Mandela em fêr kirin ku em dikarin bi hêz û şiyana xwe ya mirovahiyê, xwe û civaka xwe biguherînin nek bi rêya tolvekirinê. Wî di zîndanê de, xwe û welatê xwe û bendewariya gellek serokên siyasî guhert. Wî hemû cîhan fêr kir ku bi nermî û rijdbûnê, mirov dikare rêçka dîrokê ber bi aliyê avaker ve bide guhertin.

Her çiqas me kesek ji dest da ku hemû pêkve girêdida lê gotin û kirdarên wî dê ji gellek nifşên din re bibe bingeha xebata mirovahiyê û pêşxistina pêşbîniyeke geşbîntir a mirovahiyê.

Me hemûyan alîgirekî mezin ê demokrasiyê, bêhnfirehiyê û dijberê tundiyê ji dest da.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê  Herêma Kurdistanê

6.12.2013

Back to top button