Polîtîk

Serokwezîr pêşwaziyê li wezîrê derve yê Lubnanê dike

Cubran Basil wezîrê derve yê Lubnanê û Nîkola Tuynî wezîrê deewleta Lubnanê ji bo karûbarên rûbirûbûna gendeliyê û şandeya bi wan re serdana Herêma Kurdistanê kir û, roja sêşemê 04.12.2018 li bajarê Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanî ve hatin pêşwazî kirin.

Di civînekê de ku hijmareke wezîrê û berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn,  rewşa siyasî ya Îraqê, pirosesa siyasiya piştî hilbijartinan, pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê û xebatên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û têkeliyên Îraq û Herêma Kurdistanê bi Lubnanê re  hatin gotûbêj kirin.

Cubran Basil wezîrê derve yê Lubnanê sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku hevkarî û piştgiriya ka rû çalakiyên revenda lubnanî li Herêma Kurdistanê dike û got ku Lubnan dixwaze têkelyên xwe di hemû waran de, bi taybetî di warên bazirganî, tûrîzim, kultûr p sermayerazandinê de berfirehtir bke.

Nêçîrvan Barzanî got ku Herêma Kurdistanê piştgiriyê û hêsankariyan ji bo kompanî û şirketên lubnanî dike ku sermayeyê xwe li Herêma Kurdistanê di warên cud ada birazînin. Serokwezîr destxweşî li revenda lubnanî ya li Herêma Kurdistanê kir ku di warê bazirganî, kultûrî û tûrîzmê de çalak in û hêvî xwest ku têkeliyên her du aliyan di hemû waran de zêdetir pêşde biçin.

 

 

 

.

 

Back to top button