Polîtîk

Serokwezîr pêşwaziyê li Konsula nû ya Almanyayê li Hewlêrê dike

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 08.08.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Barbara Wolf  Kunsola giştiya nû ya Almanyayê li Herêma Kurdistanê û şandeya pê re kir.Di civînekê de ku, Dilşad Barzanî nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Almanyayê amade bû, ji bo wê hevkarî û alîkariya ji kar û çalakiyên wê re tê kirin, Barbara sipasiya saziyên hikûmeta Kurdistanê kir û tekîd li ser zêdetir pêşvebirina têkeliyên navbera Almanya û Kurdistanê,  berdewamiya hevkariyên di warê mirovî û leşkerî de ji aliyê welatê wê ve ji bo Herêma Kurdistanê û paldana şirket û kompaniyên almanyayî ku li Herêma Kurdistanê di warên cuda de sermayeyê xwe birazînin, kir.Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Barbara weke konsula nû ya Almanyayê li Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ku di kar û çalakiyên xwe de serkeftî be. Serowkezîr sipasiya Almanyayê kir ku di warê mirovî û leşkerî de alîkariya Herêma Kurdistanê  dike, bi taybetî beşdariya Alamnya di pirosesa çaksaziyên wezareta karûbarên pêşmerge de û hêvî xwest ku ew alîkarî berdewam bin.Rewşa herêmî bi giştî û pirosesa siyasî li Îraqê û pêşhateyên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê çend mijarên din yn civîna Serowkezîr Barzanî û konsula nû ya Almanyayê bû.

Back to top button