CîhanPolîtîk

Serokwezîr pêşwaziya wezîrê Amerikî kir

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 11 .12.2018ê li bajarê Hewlêrê, digel Rick Perry wezîrê enerjiyê yê Amerîkayê û şandeya pê re civiya,

Peery û şandeya pê re kêfxweşiya xwe li hember serdana bo Herêma Kurdistanê nîşanda û tekîd kir ku hikûmeta Amerîkayê dê li ser piştevanîkirina bicîbûna aramiyê li Îraqê û Herêma Kurdistanê û danûstaninên navbera Hewlêr û Bexdayê  yên ji bona çareserkirina pêrgirêkêna navbera herd u aliyan da, berdewam dibe.
Şandeya mêvan qurbanîdanên Herêma Kurdistanê yên şerê dijî DAÎŞê bilind nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê kir û got ku Herêma Kurdistanê vê serdanê weke piştevaniyek ji bo xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê dibîne, her weke ka çawa Amerîka digel Hevpeymanan di şerê dijî DAÎŞê da piştevan û hevkar bû û giringiya berdewamiya wê hevpeymanê bi pêwîst zanî.

Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî sipasiay Amerîkayê kir ku berdewam lêdixebite Hewlêr û Bexdayê nêzîkî hev bike ku pirsgirêkan çareser bikin, û di vê çarçoveyê da, berheviya Herêma Kurdistanê ji bona çareserkirina tev pirsgirêna bi rêya diyalogê nîşan da.

Barzanî hêvî xwest ku Amerîka  rol bilîze ku Îraq nefta Kerkûkê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê bo derve bişîne û her ji destpêkê Herêma Kuridtsnê amadekariya xwe di vî warîd e nîşan da bû û ev yek di berjewendiya hemû Îraqê da ye.

Back to top button