CîhanPolîtîk

Serokwezîr pêşwaziya balyozê Japon ya kir

Serokwezîrê  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Japonyayê yê Iraqê Naofumi Hashimoto kir.

Di hevdîtinê de Konsolê giştî yê Japonyayê yê herêma Kurdistanê Katsumi Moriyasu û şandeyek li gel jî amade bûn. Hashimoto keyfxweşiya xwe ya serdana herêma Kurdistanê diyar kir û hêviya berdewam alîkarî û hewkariyên li gel hikûmeta herêma Kurdistanê bo kar û çalakiyên xwe û konsolê giştî yê herêma Kurdistanê anî ziman. Herwaha teqez kir ku Japonya giringiyeke mezin dide peyvendiyên li gel herêma Kurdistanê û destxweşî li pêşdeçûnên herêma Kurdistanê yên di hemû waran de kir.

Balyozê nû yê Japonyayê beşdariya herêma Kurdistanê di proseya siyasî ya Iraqê de bilind nirxand û hêvî xwest pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Bexdayê bi dialog bên çareser kirin. Herwaha behsa dialoga navxwe ya herêma Kurdistanê ya ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê jî kir.

Li beranberda Nêçîrvan Barzanî spasiya serdana wî kir û hêviya serkeftinê bo wî xwest. Berdewamiya alîkariya hikûmeta herêmê jî bo balyozê Japonyayê ragehand. Herwaha teqez kir herêma Kurdistanê bahayek mezin dide peyvendiyên li gel Japonyayê û hêviya berdewamiya wan peyvendiyan xwest, bo pêkanîna projeyên seranserê Iraqê, ku beşekî herêma Kurdistanê jî di nav de ye û spasiya Japonyayê kir.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi beşdariya aliyên Kurdistanî yên di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de kir û hêvî xwest ku pirsgirêkên hatine cemidandin ên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de bi dialogê bên çareser kirin. Derbarê pêkanîna hikûmeta herêma Kurdistanê de jî aşkera kir ku dialogên cidî bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê di navbera aliyên siyasî de heye.

Guftûgo kirina rewşa Iraqê bi giştî û çend babetekî girêdayî rewşa navçeyê jî aliyeke din ê vê hevdîtinê bûn.

 

Back to top button