Serokwezîr pêşwazî li Nadiya Murad kir
Nadiya Murad piştî xelata Nobel ya Aşitiyê li Osl, paytexta Norvejê wergirî, vegeriya Herêma Kurdistanê û roja pêncşemê 13.12.2018ê li bajarê Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîr Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.
Serokwezîr wergirtina xelata nobel ya aşitiyê li Nadiya Murad pîroz kir û hêviyên serkeftinê jê re xwest û berheviya hikûmetê nîşan da ku piştgirtiya hemû xebat û çalakiyên wê yên mirovî yên ji bona aşitiyê û xizmetkirina qurbaniyên êzidî û gihandina dengê wan bi cîhanê, xebatên wê yên ji bona rûbirûbûna terorê û mehkemkirina terorîstên DAÎŞ û nasandina dosyeya êzidiyan weke jênosîda li cîhanê û parastina êzidiyan, bike.
Nadiya Murad sipasiya serokwezîr kir û bi kurtî behsa serhatî û tirajediya bi serê wê êzidiyan hatî û xebatên wê yên ji bona vegerandina aramî û aşitiyê ji bo civaka êzidiyan û timama qurbaniyên destê terorê bi giştî, kir. Wê herwesa behsa rewşa niha ya êzidiyan li devera Şingalê bi taybetî kir û daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di avadankirina Şengal û deverên din yên êzidiyan de rol hebe daku xelk vegere ser nal û milkê xwe û jiyan û aramiya devera wan ya parastî be.
Ndiya Murdan daneyek ji kitêba xwe ya bi nave Keça Dawiyê ku bi zimanê îngilîzî weşandiyem diyarî serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir.