PolîtîkRojev

Serokwezîr pêşwazî li li Balyozê Romanya yê nû li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Romanya yê nû li Iraqê Iacob Prada kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Balyoz kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwast ji bo pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê Romanyayê.

Balyozê Romanyayê amadehiya welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyan û firehkirina derfetên hevkarî û hevahengiyê ligel Herêma Kurdistanê di hemû waran de nîşan da.

Back to top button