PolîtîkRojev

Serokwezîr pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîka yê nû kir

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11.07.2021 pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîka yê nû li Hewlêrê Robert Palladino kir.

Di hevdîtinê de ku Robert Waller Konsulê berê yê Amerîka li Hewlêr amade bû, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li destbikarbûna Konsulê Giştî yê nû yê Amerîka kir û amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her hevkarî û hevahengiyeke pêwîst nîşan da, herwiha spasiya Konsulê Giştî yê berê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yên nû de jê re xwast.

Konsulê Giştî yê nû yê Amerîka li Hewlêrê tekezî li wê kir ku Herêma Kurdistanê hevpeymaneke stratejîk a Amerîka ye, bi taybet hêza Pêşmerge. Got jî, kar dikin ji bo pêşxistina zêdetir a weberhênana Amerîkî li Herêma Kurdistanê.

Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê, hilbijartinên dahatî ya Encûmena Nûneran a Iraqê, diyaloga stratejî ya Amerîka û Iraqê û girîngiya beşdariya aktîv a Herêma Kurdistanê di wê diyalogê de, çend mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Back to top button