PolîtîkRojev

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke kompaniyên Almanî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke nûnerên hejmarek kompaniyên Almanyayê kir û daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirin û bihêzkirina pêwendiyên ligel Almanyayê û sûdwergirtina ji ezmûna pêşketî ya wî welatî di warê pîşesaziyê de dûpat kir.

Roja18ê Gulana 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke nûnerên hejmarek kompaniyên Almanyayê kir û di civînê de li ser pêşvebirina veberhênan û pêwendiya bazirganî ya navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê hat gotûbêjkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî kurteyek derbarê çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê hemecûrkirina aborî û hêsankariya ji bo veberhêneran û nehiştina burokrasî û dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî de pêşkêş kir.

Herwiha Mesrûr Barzanî spasî û pêzanînên xwe ji bo piştevaniya serbazî ya Almanyayê ya li Herêma Kurdistanê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de ji bo rûbirûbûna DAIŞê nîşan da û daxwaza Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşvebirin û bihêzkirina pêwendiyên ligel Almanyayê û sûdwergirtina ji ezmûna pêşketî ya wî welatî di warê pîşesaziyê de dûpat kir.

Şanda bazirganî û nûnerên kompaniyên Almanî bal kişandin ser rola girîng a Herêma Kurdistanê ya li navçeyê û amadebûna xwe ji bo pêşvebirina kar û çalakî û veberhênanên xwe li Herêma Kurdistanê nîşan dan.

Back to top button