Polîtîk

Serokwezîr li Hewlêr pêşwaziya wezîrê derve yê Iraqê kir

Îbrahîm Ceferî wezîrê derve yê Îraqê, roja 12.04.2017ê, serdana Herêma Kurdistanê kir û li bajarê Hewlêrê digel Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê civiya.Ceferî, di civînê de, got ku Herêma Kurdistanê beşek giring ji Îraqê ye û pêdvîye hevahengiyek baş di navbera her du aliyan de hebe, bi taybetî ku ji ber wê hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê de heye, terorîst rastî şikestinên mezin hatine.Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê kir û got ku siyaseta Herêma Kurdistanê eve ku digel arteşa Îraqê, Îraq û deverê ji metirsiyên terorê rizgar bikin û terorîstên Daîş li deverê binbir bikin.Serowkezîr got ku divê hemû pirsgirêkên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi diyalog û danûstandinê bên çareser kirin.

Back to top button