Vîdeo

Serokwezîr: Di dîrokê de agirê Newrozê bûye sembola rizgariyê (Vîdeo)

 Peyama Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji bo Newroza 2018ê:


 Kurdistaniyên hêjaCejna gelê Kurdistanê ji biçûk heya mezinan pîroz dikim. Pîrozbahiyê ji kurdan li her cihekê hene dikim. Newroz û serê sala nû ya kurdî pîroz be.Agrê Newrozê sembola rizgariyê ye û ji bo bav û kalên me armanca dawiyê ye. Ji ber vê yekê êvariya roja Newrozê û agirê geş a wê, ji bilî sembola rizgariyê, sembola serhildana piştî şikistê û nû kirina biryar û sozê  ji bo berdewam bûna xebatê bûye. Xebata ku gelek qurbanî û rondik û temen jê re hatiye dan, em nevî yên piştî wan, xwe li hember tenê yek rê de dibînin, ev jî berdewam bûne heya serketinê.Di Newrozê de ruha serhildanê, berxwedan û destpêkirina xebatê, piştî dijwartirîn şikistan jî,  ji bo kurdan ji nû ve hatiya jiyandin. Newroz ji bo kurdan destpêka bi hêz bûnê û nû bûna îradeya serketinê ye, her wek çawan ji bo bav û kalên me nîşaneya berxwedan û berdewam bûnê bûye. Eger hinek caran ji ber lawaz bûna hêz, rastî şikistê jî bûne, lê bi riha Newroza bi xwse baweri,  bi serktinê, di Newrozê de dest bi xebatê kirine.Bi bawerî ve dixwazim bêjim, îro dîroka Kurdistanê li hemû demekê pitir di jana ji dayik bûneka nû daye û bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê û desthikatdariya Kurdistanê jî gihiştine astekê ku nahên ji nav birin. Ji ber ku berhemê xebata pêşmerge û berxwedana gelê Kurdistanê ye.Rêzdaran,Kurdistan di lêvara karesatê de nine, her wek hinek kes wusa hizir dikin, belkû em bi diyaloga tendirusta navxweyî û bi yekêtî dikirn Kurdistanê gelek pitir bi pêşerojeka geş nêzîk bikin.Herêma Kurdistanê ji aliyekê ji ber şerê DAIŞê, ji aliyê din ji ber yek nebûna siyasiya navxwe, pirsgirêkên tevî Bexdayê, herwiha pirsgirêka abûrî rastî gelek dijwariyan bû. Ji hemûyan giringtir qut kirina pişka Herêma Kurdistanê ji budceya Îraqê li destpêka sala 2014 ji aliyê Bexdayê ve.Bê guman pirsgirêka abûrî ji hemûyan mezintir bû. Lê dixwazim we xatircem bikim ku rewşa abûrî wek cara normal dibe, bi alîkarê û berxwedan we hemûyan, hemû tiştek normal dibe. Ji kûrahiya dilê xwe hest bi êş û azarên we dikim. Bê guman rewşa dijwara abûrî derbaz dibe.Di vê rojê de, di roja Newrozê de, dilê me ji bo wan egîdan lê dide ku canê xwe ji bo parastina Kurdistanê kirine qurbanî. Silav ji canê pakê wan, silav ji hevjîn, zarok, dayik û bav û xizmên wan, ew her dem tevî me û di dile me dane.Silavan ji xuşk û bira yên me yên Êzidî dişînim, ku di şerê DAIŞê de zortirîn qurbanî dane û rastê mezintirîn azaran bûn. Şengal li mile Helbçe bûye taca serê dîroka pir qurbaniya gelê me. Waye ku birîn û derd û xemên me li Şengalê gelek kûr in, lê bi dilnyayî ew birîn û derd  ji bo Êzidî û gelê Kurdistanê hêvêna rizgarî û pêşerojeka geş in.Silavên gerim û cenjna mişextî yên Kerkûkê, Şingalê, Mexmûrê, Xaneqînê û deverên din û akincî yên deverên pirsgirêkdar pîroz dikim. Cejna kurdên Feylî, Kakeyî û Şebekan pîroz dikim, ku bê guman îro hesta netewî bi agirê Newrozê li rojên din bilindtir e. Cejna Newrozê ji penaberên li Herêma Kurdistanê pîroz dikim. Hêvêdarin li pêşerojeka nizîk bi serbilindî ji bo ser mal û halên xwe vegerin.Silav ji Turkmen û Kirîstiyanên Kurdistanê, bi rastî bi hev re jiyan û pişkdarî kirin li berxwedan û parastina Kurdistanê cihê rêz û pesnê ye. Silav ji birayên Ereb li Kurdistanê, em di vê rojê de bi hemû pêkhatî yên neteweî û olî dibîjin: Em wek hemû carê pêdagiriyê li ser bi hev re jiyana aştiyane ya beraber li Herêma Kurdistanê dikin.Di vê rojê de, silav ji pêşmerge yê qehremanên Kurdistanê ku canê wan ji bo parastina axa pîroza Kurdistan li ser dest e. Silav ji hêzên asayiş, polis û hemû hêzên navxwe û dezgehên tanahiyê, ku gelek bi serketî asayişa gelê Kurdistanê diparêzin.Di vê derfetê de, silavan ji gelê Îraqa bira dikim û ji wan re dibêjim: rewşa siyasî çawan be, têkilî yên navbera hikûmetan bi her awayekê be, em her dem wek bira dibin. Îraq samaneka mezin ya xwezayî û mirovî heye, Îraq berev geş kirineka baştir diçe ku cihê çav nihêriya gelê Îraqê dibe.Silavan ji bo gelên cîranên Kurdistanê dişînim. Bi vê hilkevtê dubare dibîjim: Xebata Kurdistanê çi metirsî û gefek ji bo çi welatêkê nebûye û nabe. Berevajî serketina gelê Kurdistanê dibe sedema xweşiya wan. Em peyama aştî û aramiyê bi gelên deverê didin û wan xaticem dikin ku em sedema aramiya deverê ne.Li dawiyê, cenja wan gelan pîroz dikim, ku cejna newrozê dikin. Em di Cejna Newrozê de, rêzê ji wan dewlet û gel û kestiyan digirin ku rêzê ji îrade û aramiya gelê Kurdistanê digirin. Silavan ji bo konsulxane û  wan rêxsitinan dişînim ku li demên çend salên borî degel hikûmet û gelê Kurdistanê hevkar bûn.Dubare Cejna Newrozê û serê sala nû ya kurdî ji hemû aliyêkê pîroz be. Daxwazê ji welatiyan dikim li dema seyranan, jîngeh û xwezayiya Kurdistanê biparêzin, herwiha ji boy selametiya xwe û derdora xwe, rênimayî yên hatin û çûnê bi cih bînin.Dîsan Cejna we pîroz be û bi hêviya bêhinvedaneka aram ji bo we.https://vimeo.com/260914289 

Back to top button